Li Riha û Dîlokê çend cih hatin karantînekirin

Li Riha û Dîlokê çend cih hatin karantînekirin

Li herdu parêzgehên Riha û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê taxek û 4 avahî hatin karantînekirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di derbarê mijarê de Parêzgerîya Rihayê ragihand, ku li bajarokê Sîwerek, Xelilîye û Karakopruyê encamên pişkinînên koronayê yên hejmarek welatîyan pozîtîv derketîye.

Parêzgerîya Rihayê dîyar kir, ji bo ku rê li ber belavbûna vîrusa koronayê were girtin, li navçeya Sîwerekê 4 avahî hatine karantînekirin.

Li alîyekî din, li bajarê Dîlokê jî ji ber ku hejmarek welatî bi vîrusa koronayê ketin, taxek hat karantînekirin.

Parêzgerîya Dîlokê ragihandîye, piştî ku çend haletên tûşbûna bi koronayê li gundê Atalarê hatin piştrastkirin, biryara karantînekirina wî gundî hatîye dan.

Li gor daxuyanîya parêzgarîyê, heta fermaneke nû derketina derve ji welatîyên wî gundî qedexe kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin