Li pêşangeha Batmanê dest danîn ser pirtûka weşanxaneya Avestayê

Li pêşangeha Batmanê dest danîn ser pirtûka weşanxaneya Avestayê

Li Pêşangeha Pirtûkan a Êlihê ku ji aliyê parêzgeha wê bajarê ve tê sazkirin dest danî ser pirtûka “Di sala 1880yê de Berxwedana Kurdan û Şêx Ubeydullah Nehrî” (1880 Kürt Ayaklanması Şeyh Ubeydullah Nehri)”.

A+A-

Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Êlihê bi beşdariya 96 weşanxane û 75 nivîskaran vebû. Yek ji beşdariyên pêşabgehê Weşanxaneya Avestayê ye.

 

Weşanxenya Avestayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand Polîs îro çûne ber standa wan û pirtûka  ji wê weşanxenya wan derketî ya nivîskarê Kurd Celîlê Celîl Di sala 1880yê de Berxwedana Kurdan û Şêx Ubeydullah Nehrî” kom kirine.

 

Herwiha hat ragihandin ku polîsan karmendê wan Şiyar Danişman birîne û piştî ku li Rêveberiya Ewlehiyê îfadeya wî standine ew serbest berdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin