Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî

Li Teşkîlata Wanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê, bi hilkefta 40emîn salvegera wefata Mele Mistefa Barzanî, bîranînek li dar xist.

A+A-

Îro 3yê Adarê, li Teşkîlata PAKê ya Wanê, bi hilkefta 40emîn salvegera wefata Mele Mstefa Barzanî, bi beşdarîya welatperwerên kurd, Mele Mistafa Barzanî, Îdrîs û Şêx Evdiselam Barzanî hatin bibîranîn.

Di bîranînê de, Parêzer Sidki Zîlan panelek da û axaftvan Kerem Serhatli, Mehmet Konuk, Şêx Mizbah û Zînet Dînçer û Kasim Firat jî axaftinên xwe kirin.

Bîranîna ku kesayetên dîrokî û têkoşînên wan derketin pêş, ji aliyê gelek serok û rêvebirên sazî û dezgehên sivîl, serekeşîr, mele û rûsipî ve hat şopandin. Ji bilî vana, rêvebir û endamên PAKa Wanê jî di bîranînê de amade bûn.

Bîranîna ku ji aliyê gelek televîzyon û saziyên çapemenîyê ve bi baldarî hat şopandin, bi xwendina helbestan bidawî bû.

van2-001.jpgvan3.jpgvan4.jpgvan5-002.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin