Li Mêrdînê Qedexe

Li Mêrdînê Qedexe

Piştî kuştina birêveberê polîsên hewarçûna navçeya liqa Mêrdînê, Waliyê Mêrdînê li navçeya Nisêbînê yê bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve ragihand.

A+A-

Piştî kuştina birêveberê polîsên hewarçûna navçeya liqa Mêrdînê, Waliyê Mêrdînê li navçeya Nisêbînê yê bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve ragihand.

 

Waliyê Mêrdînê li gundên Buyuk Kardaş û Kuçûk Kardaş  ên Nisêbînê û herwiha gundên Sulakdere û Duygulu yên navçeya Omeriyan  qedexeya çûn û hatinê ragihand û di heman demê de li wan deveran oporasiyên leşkerî destpê kirine .

 

Waliyê Mêrdînê herwiha ragihand, ew qedexe dê heya derketina biryareke din berdewam be.

 

Ev biryara qedexeyê di demekî de ye ku serê sibeha duh roja Şemiyê li wan gundan şer ketibû û têde Birêveberê liqa Mêrdînê ya polîsên hawarçûnê Tofan Kansûva hatibû kuştin û herwiha cerdevanek jî birîndar bibû.

 

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn li deverên operasyon hene çûn û hatina xelkê sivîl bo wan cihan hatiye qedexekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin