Li Kîevê teqîn pêk tên, dagirkirin dewam dike

Li Kîevê teqîn pêk tên, dagirkirin dewam dike

.

A+A-

Di saetên şevê de li bajarê Sûmî yê nêzîkî Rûsyayê şer û pevçûn gûr bûye. Rayedarên Ûkraynî diyar kiriye ku bajarê Konotopê hatiye dorpêçkirin û hêzên rûsî ber bi rojava, ango Kîevê ve bi rê ketine. Li Kîevê teqîn pêk hatine.

24 saet di ser biryara Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putinî re bihurî ku di encama wê de Artêşa Rûsyayê dest bi tevgera dagirkirina Ûkraynayê kir.  

Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiyî diyar kiriye ku di roja destpêkê ya dagirkirinê de 137 leşkerên ûkraynî û sivîl mirine. Li paytext Kîevê derketine derve hatiye qedexekirin.

Tevgera dagirkirinê ya Artêşa Rûsyayê ji Belarûsê ber bi başûr ve, ji Kirimê ber bi bakur ve û ji nav axa Rûsyayê jî ber bi rojava ve didome. 

Artêşa Ûkraynayê diyar kiriye ku Rûsya dixwaze Kîevê dorpêç bike û perav i perav li hêla Behra Reş korîdoreke bejayî çêbike. 

Di saetên şevê de li bajarê Sûmî yê nêzîkî Rûsyayê şer û pevçûn gûr bûye. Rayedarên Ûkraynî diyar kiriye ku bajarê Konotopê hatiye dorpêçkirin û hêzên rûsî ber bi rojava, ango Kîevê ve bi rê ketine. Li Kîevê teqîn pêk hatine.

Artêşa Ûkraynayê diyar kiriye ku 60 tabûrên rûsî ketine nava xaka Ûkraynayê û li gel hejmareke zêde tankan, helîkopter û balafirên cengê yên rûsî hatine rûxandin. 

Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiyî di saetên sibehê de daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku "hêzên sabotajkirinê" ketine nava Kîevê.

Şêwirmendê Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê Ûkraynayê Anton Geraşçenkoyî jî diyar kiriye ku di encama operasyona Rûsyayê ya li Kîevê roket li hin avahiyan ketiye û ziyan li van avahiyan bûye, her weha 3 sivîl birîndar bûne.

Şer û pevçûn li Xarkî, Odessa û Çernobîlê dewam dike

Li hêlekê jî şer û pevçûn li herêma Xarkîvê jî dewam dike ku li rojhilatê Ûkraynayê ye. Her weha li hin bajarên bakur û Odessaya li başûr jî şer û pevçûn hene. 

Li gorî zanyariyan li Çernobîlê piştî şer û pevçûnan, bajar ketiye bin kontrola hêzên rûsî. DYAyê diyar kiriye ku leşkerên Ûkraynayê li vir dîl ketine destê hêzên rûsî. 

Zêdetirî 100 hezar mirovî koçber bûne 

Ji ber dagirkirina Rûsyayê, bi hezaran ûkraynî neçar mane bibin koçber. Gelek kes bir bi sînorên Polonya û Romanyayê ve diçin. 

Lê beşeke zêde ûkraynî jî li nava welat dimînin. Gelek ji wan xwe spartine stargehan û îstasyonên metroyan. Li welêt bang li wan her kesan kirine ku bikaribe çekan hilgire. Destûrê nadin ku mêrên temenê wan di navbera 18 û 60î de ye ji welêt derkevin. 

Li gorî daneyên Neteweyên Yekgirtî (NY), piştî tevgera dagirkirinê zêdetirî 100 hezar mirovî koçber bûne. 

Gelek welatan ceza li Rûsyayê sepandin

YE, Avistiralya, Kanada û Japonyayê ceza li bank, şîrket û olîgarkên rûsî birîne. Welatên rojavayî soza kelûpelên leşkerî û alîkariyê dane hêzên ûkraynî. 

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macronî telefonî, Vladimir Putinî kiriye û jê xwestiye ku êrîşan bidawî bike. 

Her weha DYAyê gotiye ku ji bo "Rewşa hevalbendên NATOyê misoger bikin" wan 7 hezar leşkerên din şandine. 

Li hin paytextên Ewropayê li dijî Rûsyayê xwenîşandan pêk hatine. Beşek ji wan jî li Rûsyayê bûne. Li Rûsyayê zêdetirî 700 mirovî hatine desteserkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin