Li Îranê teqîn: 19 kes mirin

Li Îranê teqîn: 19 kes mirin

Malpera (Xeber Online)a Îranî belav kirîye, roja Sêşemê 19 kes hatin kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Malperên Îranî amaje kirine ku teqîn li navenda Sîna Ether a pizîşkî li cadeya Şerîetî, li nêzîk devera Tecrîş li bakûrê Tehran a paytext rûsa ye.  Amaje bi wê yekê jî hatîye kirin ku ew teqîn bûye sedema kavilbûna pişeke avahîyên derdor û şikestan pencereyan.

Bi sedema teqînan desthelatdaran cadeya Şerîetî daxistin û sazîya agir vemirindina Tehranê jî got: renge dîsan teqîn rû bidin bi sedema hebûn botlên Oksicînê di wê navenda pizîşkî de.

Serokê navenda tengavîya Îranê jî ragehand, ku teqîn di qata jêrzemîn de bûye li wê bingeha çareserîyê û şakera jî kir, ku renge sedema bûyerê teqîna botlên Oksicînê be.

Her evro, teqînek li bajarê Zahîdan a başûrê rojhelatê Îranê rûda û dû otombêlên pasdaran kirin armanc û bi sedema wê jî fermandeyekê supayê pasar birîndar bibû.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin