Li Îranê 11 çalakvanên sivîl hatin girtin

Li Îranê 11 çalakvanên sivîl hatin girtin

Li bajarê Meşhed ê Îranê komeke kesên ku di nameyekê de daxwaza dest ji karberdana rêberê Komara Îslamî ya Îranî kiribûn, hatin girtin.

A+A-

Esxer Sêpehirî ku birayê yek ji kesên girtî ye, li ser tiwittera xwe ragihandiye ku birayê wî li gel 8 kesên din, di dema encamdana kombûneke nerazîbûnê de, li dijî girtina çalakvanê sivîl Kemal Ceifer li pêşiya Dadgeha Şoreş a bajarê Meşhedê hatine girtin.

 

Di derbarê girtina wan çalakvanên sivîl de, Rêveberê Ewlekariyê yê Parêzgeha Xorasanê Rezewî Muhsin Seyah ji medyaya welatê xwe re îddîa kiriye ku hinek ji wan kesan, peywendiya wan li gel derveyî Îranê heye û ji navçeyên cuda  serdana Meşhedê kirine û xwestine aloziyan çêbikin.

 

Meha Hezîrana îsal, 14 çalakvanên sivîl yên Îranê daxwaza guhertina destûrê û destjikarberdana Elî Xameneyî kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin