Li Idlibê êrişî leşkerên Tirkiyê hat kirin

Li Idlibê êrişî leşkerên Tirkiyê hat kirin

.

A+A-

Li bakurê parêzgeha Idlibê êriş li ser wesayîtên zirxpoş ên artêşa Tirkiyê hat kirin. Li gor zanyariyan di encama êrişê de 4 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 10 leşker û 6 çekdar jî birîndar bûn. Grûpa Ebû Bekir Sidîq berprisyaretiya xwe di ber vê bûyerê de ragihand.

Karwanekî artêşa Tirkiyê li bajarokê Miaere Sirrîn yê Idlibê hate armanc kirin û li gor zanyariyan di encamê de 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 5 serbazên din jî birîndar bûn.

Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di dema derbasbûna karwanekî serbazî yê hêzên Tirkiyê li ser rêya navbera Kêfreya û Meret Misrîn li Bakurê Idlibê, bombeyek hat teqandin.

Li gorî medya nêzîkî Opozisyona Sûriyê, karwanekî artêşa Tirkiyê li ser rêya bajarokê Miaere Sirrîn yê Idlibê hatiye armanc kirin.

Li zanyariyan di encama wê teqînê de 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 10 serbaz û 6 çekdarên Grûpa Feyleq el-Şam ku erkê wan parastina dewrî û hêzên Artêşa Tirkiyê ye li parêzgeha Idlibê, birîndar bûn.

Herwiha di encama teqînê de hejmareke otomobîlên serbazî yên Tirkiyê hatin jinavbirin.

Grûpa bi navê Siriyet Ebû Bekir Sidîq berpirsyaretiya xwe di ber wê yekê de ragihand. Helîkopter û balafirên Tirkiyê li asmanê navçeyê difiriyan ji bo kesên birîndar bo Tirkiyê veguhêzin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin