Li Îdlibê êrîş li ser serbazên Tirkiyê hate kirin

Li Îdlibê êrîş li ser serbazên Tirkiyê hate kirin

.

A+A-

 Li başûrê Îdlibê di dema derbasbûna zirhpoşeke serbazî ya artêşa Tirkiyê de têqînek pêk hat.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûrî SANAyê, li nêzikî bajarokê EL Mastûma ye ser bi Îdlibê di dema derbasbûna zirhpoşeke serbazî ya artêşa Tirkiyê de mîn teqiya.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, ji ber teqînê di derbarê kuştî û birîndaran de hê tu zanyarî nehatine bidestxistin.

Herwiha çavkaniyên heremê jî êrişê piştrastdikin lê hê tu alî berpirsiya êrişê wernegirtiye ser xwe.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî di derbarê mijarê de hê tu daxuyaniyek belav nekiriye.

Li aliyê din li gorî çavkaniyên heremê li derdora Îdlibê êrişên lir ser swerbazên Tirkiyê zêde bûne.

Li gorî çavkaniyên heremê di 25ê Sibatê de li bakurê Îdlibê di dema gera serbazên Tirkiyê de grûpek bi çeken RPG êrişî serbazên Tirkiyê krine û di êrişê de serbazek Tirkiyê birînda bûye.

Di 16ê Çileyê de li devera Batbûyê ya bakûrê Îdlîbê êrişeke çekdarî li ser serbazên Tirkiyê pêk hatibû û serbazeke Tirkiyê birîndar bûbû. Vê êrişê grûpa bi navê “Lîwaya Ensar Ebûbekir” wergirtibû serxwe û îdîa kiribûn ku 3 serbazên Tirkiyê tê de birîndar bûne.

Herwiha ji ber operasyonên hezên Esad û Rûsyayê, ji 4 mehan zêdetir e ku li ser rêya M4 ya navdewletî gerên Tirkiyê û Rûsyayê yên hevbeş pêk nayên.  


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin