Li Hatayê teqîn çêbû

Li Hatayê teqîn çêbû

Li Hatayê teqîn çêbû

A+A-

Li navçeya Îskenderûnê ya bi ser bajarê Hatayê, li kolana Fenerê teqînek çêbû û hejmareke zêde ya polîs û timên vemirandina agir û tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, îşev li cadeya Îskenderûn Fenerê a navçeya Îskenderûnê teqînek pêk hat.

Hejmareke zêde ya polîs û timên vemirandina agir û tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin û rêyên derdorê jî ji çûnûhatinê re hatin girtin.

Parêzgarê Hatayê Rahmî Dogan jî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê bûyerê de got: “Yekîneyên asayişa me li xala Payasê ji du kesan guman kir û ew şopandin. Di dema şopandina yekî ji wan de ku ew kes hat teqîn çêbû. Ti ziyanên canê nebûne. Operasyon berdewam e. Raya giştê dê paşê derbarê bûyerê de were agahdarkirin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin