Li Efrînê jinên Ereb ên hawirde jineke Kurd îşkence kirin

Li Efrînê jinên Ereb ên hawirde jineke Kurd îşkence kirin

Jinên Ereb ên hawirde ji ber ku ji mala xwe derneket û nehişt ew bikevin mala wê li jineke Kurd xistin û ew îşkence kirin.

A+A-

Jinên Ereb ên Helebê ku li Efrînê hatine bicih kirin, xwestin bi zorê dest bi ser mala jina Kurd a bi navê Gulistan Îbiş Zalo de bigirin li nahiya Cindirêsê.

Lê Gulistan Îbiş Zalo rê neda ew jin dest bi ser mala wê de bigirin û ji ber vê yekê rastî êrişa jinên Ereb ên hawirde hat.

Gulistan Îbiş Zalo got, ew bi serdan çûbû cem malbata xwe li gundê Koran li Cidirêsê, dema ku vegeriya mal dibîne ku mala wê vekiriye û hinek jinên bi hicab di mala wê de ne.

Jina Kurd dibêje wê daxwaz ji wan jinên Ereb kir ku ji mala wê derkevin, lê wan jinan ji wê re gotine ew dernakevin û ew dê malê de bimînin.

Li ser nerazîbûna Gulistan Îbiş Zalo li hember destbiserdegirtina mala wê,  jinên Ereb ên hawirde li ser serê wê kom dibin û lê dixin, birîndar dikin.

Gulistan Îbiş Zalo diyar dike ku wê li cem hêzên emnî li wan jinan gilî li wan jinan kiriye, lê kesekî guh nadeya wê û bersiva wê nedane.

Ev ne mala yekemîn e ku malbatên Ereb ên hawirde li Efrînê dest datînin ser malê Kurdan. Di van rojên dawî de malbatên ji Idlibê, kilîla deriyê malên welatiyên Kurd dişkînin û bi zorê dikevine malên wan û dest bi ser de digirin.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê Îbrahîm Şêxo ku niha li kampa Şehba ya koçberên Efrînê dimîne, derbarê binpêkirinên çekdaran de ji Rûdawê axivî.

Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku ji destpêka êrîşa Tirkiyê ve û heta niha, li Efrînê 67 jin hatine kuştin û destdirêjiya seksî li 66 jinan hatiye kirin.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê tekez jî kir ku gelek keçên biçûk bi zorê hatine zewicandin.

Li aliyê din roja Çarşemê jineke Ereb a hawirde li ser destê çekdarên Cebhe el-Şamiye ya girêdayî Tirkiyê li gundê Sêmala yê herêma Efrînê hate kuştin.

Ew jin ligel malbata xwe pez li navçeyê xwedî dikirin û heta niha sedema kuştina wê ne diyar e.

Herwiha li gundê Gewande jî ku 2 kîlometreyan nêzîkî gundê Sêmala ye, şer di nav Erebên hawirde derket.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin