Li Efrînê çekdarên nêzî Tirkiyê kalemêrekî 85 salî û keça wî îşkence kirin

Li Efrînê çekdarên nêzî Tirkiyê kalemêrekî 85 salî û keça wî îşkence kirin

.

A+A-

 Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê dibêje, ji bo cara duyem çekdarên Firqeya Hemze ya ser bi Tirkiyê ve, diavêjin ser mala zilamekî temen 85 salî li gundekî herêma Efrînê û piştî ku gelek lê didin, zêrên li mala wî jî jê didizin.

Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê amaje bi wê yekê kiriye ku roja Duşembê 13ê Kanûna 2021an çekdarên Firqeya Hemze li gundê Çobana yê ser bi nahiya Reco ya Efrînê ve, avêtine ser mala welatiyê Kurd Meimo Meimo yê 85 salî.

Li gor heman çavkaniyê, çekdaran li keça wî ya 40 salî dane û zêrê wê dizîne ku 150 gram dibe.

Rêxistinê diyar kiriye, çekdaran gelek li keçikê dane û bi kulm û zileyan lê xistine û ew îşkence kirine.

Di sala 2018ê de ew zilam rûbirûyî êrîşeke weha bûye ji aliyê çekdarên Feyleq el-Şam ve û wê demê jî bi tundî li keça wî dan û zêdetir ji 600 hezar lîreyên Sûrî ji mala wan birine.

Li aliyekî din, hejmarek kes ku bi eslê xwe xelkê bajarê Helebê ne, roja îniya bihorî 10ê Kanûna 2021an çûne nav mala welatiyê Kurd Mihemed Meimo li taxa Mehmûdiye ya bajarê Efrînê û çend tiştên mala wî birine, di demekê de ku ew bi xwe li malê nebûye.

Mihemed Meimo akinciyê gundê Kobakî li herêma Efrînê ye.

Herwiha li gor Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê, desthilatdarên Tirkiyê piştî 4 salan Mihemed Ezîz Bin Birî yê 30 salî ku şêniyê gundê Kurka yê ser bi nahiyeya Mabata ye, azad kirine. Ew welatî dema 4 salan bû li girtîgeha bajarokê Elraî girtî bû ku di bin desthilata Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de ye ku ser bi hikûmeta Tirkiyê ve ye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin