Li Dîlokê Pevçûn: 3 Mirî, 5 Birîndar

Li Dîlokê Pevçûn: 3 Mirî, 5 Birîndar

Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê li ser cihê parka otomobîlan di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

A+A-

Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê li ser cihê parka otomobîlan di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li qezaya Şahinbey a Dîlokê û li ser cihê parka otomobîlan derket û di navbera du malbatan de pevçûn çêbû û piştre bû şer.

Di şer û pevçûnê de demançe hatin bikaranîn û di encama bikaranîna çekan de, 3 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûne.

Hatiye ragihandin, ku birîna 2 kes ji birîndarên wê bûyerê giran e.

Birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Lêkolînê ya Şahinbey a Zanîngeha Dîlokê hatin veguhestin û di bin çavdêriya pizîşkan de ne.

Polîsan li cihê bûyerê tedbîrên ewlekariyê wergirtin û lêpirsîna derbarê bûyerê de jî berdewam e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin