Li dijî avahiya HDPê êrişa çekdarî pêk hat

Li dijî avahiya HDPê êrişa çekdarî pêk hat

.

A+A-

Li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Marmarîs  Muglayê êrişa çekdarî pêk hat û derbarê bûyerê de kesek bi navê A.T.D. hat desteserkirin.

Li navçeya Marmarîs a Muglayê îro danê sibê li dijî avahiya HDPê êrişek çekdarî hat kirin.

Li gor agahiyên berdest êrîşkarê bi navê  A.T.D bi taksiyê çûye avahiya navçeyê ya HDP û ziyan gihandiye avahiyê.

Li ser agahdarkirina ku kesekî êrişî avahiya HDPê kiriye, hêzên asayişê çûn cihê bûyerê û kesê bi navê A.T.D. yê 28 salî ku hat zanîn êrişî avahiyê kiriye desteser kirin û  dest bi ser çeka wî de jî girtin.

Li gor medyayê Tirkiyê heman kesî sala 2018am jî êrîşî avahiya HDPê kiriye û derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. 

Her gorî medyaya Tirkiyê ji bo kesê êrîş kiriye çareseriya derûnê dihat kirin, ji ber vê yekê derman bikar tîne, her meh ji bo çareseriyê diçe Stenbolê, û di 2012a de mehehekê li nexweşxaneyeke taybet bi nexweşiyên derûnê hate razandin.

Weke tê zanîn di 17 Hezîran de, kesekê êrîşek biribû ser avahiya HDPê li Îzmîrê di wê êrîşê de Deniz Poyraz a endama HDPê hatibû qetilkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin