Li Danîmarkayê semînera Dr. Badînî

Li Danîmarkayê semînera Dr. Badînî

Komela Kultûrî ya Kurd li Danîmarka yê, bi axêver/peyvker zanistê sîyasetê, rojnamevan, nivîskar û li zanko ya Selahedîn mamosteyê beşa medyayê Dr. Redwan Badînî semînerekî lidar xist.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di 27.10 2019 , katjimêr 15:00---- li bajarê Albertslunda Kopenhaginê, Komela Kultûrî ya Kurd li Danîmarka yê, bi axêver/peyvker zanistê sîyasetê, rojnamevan, nivîskar û li zanko ya Selahedîn mamosteyê beşa medyayê Dr. Redwan Badînî semînerekî lidar xist.

Semîner bi moderatorîya Bavê Ferhad (Şukrî Eljojo), bi bixêrhatina mêvanan, rêzgirtin bo canê pak ê şehîdê doza azadîya Kurdistanê û danasîna axêver Dr. Redwan Badînî detpê kir.

Dû re mamoste Dr. Redwan Badînî pêş sipasîya organîzatorên semînerê kir û bi bixêrhatina guhdaran re det bi semînera xwe kir.

Dr. R. Badînî; bi kurtayhî behsa bûyer û sîyaseta 200 salî ya Kurdistanê kur. Di vî babetê de gelek nimûneyên bûyer û sîyaseta dewletên ku divî pêvajoyî de rola wana li rewşa sîyasî ya Kurdistanê hebûye pêşkêşê beşdaran kir. Herwiha, di berdewamîya axaftina xwe de behsa sîyaseta nû ya navmala kurd û pewendîyên bi dewletên herêmî û yên derva kir.

Dîsa, behsa Başûrê Rojavayê Kurdistanê de gelek tiştan got. Û behsa giringîya çewa bikarhanîna medyaya civakî kir.

Piştê bêhnvedanê wek gelek beşdaran, endam û piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê PAKê ku di semînerê de amadebûn jî bixêrhatina Dr. Redwan Badînî kirin, sipasîya têrwanî û şîroveyên wî anîn ziman û pirsên xwe arasteyê mamoste kirin. Helbet Dr. R. Badînî jî hem sipasya xwe anî ziman û hem jî bersiva pirsan da.

Di semînerê de nêzîkê 100 kes beşdar hebûn. Û nêzîkê 4 katjimêran domand.

Di dawîyê de hem moderator û hem jî Mamoste Dr. R. Badînî hem sipasîya Komela Kultûrî ya Kurd li Danîmarka û beşdarên semînerê kirin. Û semîner bidawî bû.

 

image-1.png

image-2.png

image.png

 

Rûpela Nû/Danîmarka

28.10.2019

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin