Li Colemergê qedexe hat dirêjkirin

Li Colemergê qedexe hat dirêjkirin

.

A+A-

Li bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê qedexeyên bi hincetên cuda bi dawî nabin. Li Colemêrgê dîsa ji bo dema 15 rojên din çalakiyên wek xwepêşandan, meş, civînên çapemeniyê, grev û vegirtina konan hatin qedexekirin.

Li parêzgeha Colemêrgê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan ku ji sala 2016an ve heye bo 15 rojên din hat dirêjkirin. Walîtiya Colemergê ragihand, ji 30ê Tebaxê heta 13ê Îlonê hemû xwepêşandan, çalakî, meş, vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexê, wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin