Li civîna şaredarîya Rezanê rageşî!

Li civîna şaredarîya Rezanê rageşî!

Hevşaredara Rezanê û endamên meclîsa şaredariyê ji bo civîna ewil a meclîsê çûn şaredariyê. Polîsan xwest wan lêgerîn bike, lê rageşî derket.

A+A-

Şaredarîya Rezanê ya Amedê yekem civîna meclisa xwe li dar xist.  

Hevşaredara nefermî Zubeyde Zumrut jî di nav de 30 endamên meclîsê yên HDPyê û 7 endamên meclîsê yên AKPyê beşdarî civînê bûn.

Civin di bin serokatiya Hüseyin Beyoglu yê AKPyî ku di hilbijartinan de bûbû duyem, hate lidarxistin. 

Endamên meclîsê yên HDPyî dema ketin avahiya şaredariyê, li ser fermana Beyoglu polîsan xwest HDPyîyan lêgerîn bike. HDPyîyan bertek nîşanî hewla polîsan da û nehiştin polîs lêgerînê bikin.

Zumrutê, Huseyîn Baeyoglu wekî qeyyûmê YSKyê bi nav kir. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin