Li Beyrudê hejmara mirîyan 200an borî, Wezîra Dadê îstîfa kir

Li Beyrudê hejmara mirîyan 200an borî, Wezîra Dadê îstîfa kir

Hefteya borî li paytexta Lubnanê Beyrudê teqînek rûda bû. Piştî vê teqînê Wezîra Dadê ya Lubnanê Marie-Claude Najm jî îstîfa kir. Najm bû wezîra sêyemîn ku piştî teqînê îstifa kirine.

A+A-

 

Hefteya borî li paytexta Lubnanê Beyrudê teqînek rûda bû. Piştî vê teqînê Wezîra Dadê ya Lubnanê Marie-Claude Najm jî îstîfa kir. Najm bû wezîra sêyemîn ku piştî teqînê îstifa kirine.

Walîyê Beyrudê Marwan Abboud dîyar kir, hejmaran mirîyan 200an derbas kirîye.

Abboud got, gelek kes jî winda ne.

Wezîra Dadê Marie-Claude Najm roja duşemê îstîfaya xwe pêşkeşî serokwezîr Hassan Dîab kir.

Li Lubnanê roja yekşemê Wezîrê Şêwirîyê Manal Abdel Samad û Wezirê Hawêrparezîyê Damianos Kattar îstîfa kiribûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin