Li Bakurê Kurdistanê rêya zêdeyî hezar wargehan hat girtin

Li Bakurê Kurdistanê rêya zêdeyî hezar wargehan hat girtin

.

A+A-

 

Li herçar parêzgehên Bakurê Kurdistanê Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê ji ber berf û bagerê rêya 1311 wargehan hat girtin. Herwiha parêzgeha Erziromê jî tîmên berfê şev û roj dixebitin û rêyan paqij dikin.

Li Wanê berfa sê roj e dibare dibe zehmetî.

Li herêma Gêdikê li ser rêya Wan-Colermêrgê hejmarek otomobîl di rê de man. Ekîbên taybet ên ji bo paqijkirina rêyan ji berfê xebatên xwe didomînin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku rêya 495 wargehan hate girtin. Tîmên paqijkirina berfê xebatên vekirina rêyan didomînin.

Mûş

Li Mûşê ji ber berfê rêya 192 gundan hat girtin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir ku rêya 352 gundan jir ber berfê girtî bûn, rêya 163 gundan vekirin.

Yentur destnîşan kir ku ji bo vekirina rêya 192 gundan jî xebat dewam dikin.

Bedlîs

Rêvebirê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan jî diyar kir ku rêya 296 gundan hate girtin.

Umît Kurtkan got ji bo welatî tengasiyê nekişînin çi ji destê wan tê dikin.

Li bajêr otomobîl di nav berfê de man, welatiyan berfê li ber xanî û dikanên xwe paqij kirin. Ekîbên şaredarî jî berfa rêyan paqij dikin.

Colemêrg

Berfa 5 roj e li navend û navçeyên Colemêrgê dibare di çûyîn û hatinê de bû sedema tengasiyan.

Li gor agahiyên ji walîtiyê hatin sitandin ji ber rewşa hewayê rêya 106 gund û 222 goman hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo welatî tengasiyê nekişînin dixebitin.

Ekîbên şaredariyê berfa li rê paqij kirin û xebatên xwe didomînin.

Li bajêr stûriya berfê derkete çokekê, welatiyan berfa li ser û ber xanî û otomobîl û dikanên xwe paqij kir.

Li Erziromê tîmên berfê şev û roj dixebitin

Li Erziromê jî ji ber berfa ku 7 roj e dibare û dem demî bandora xwe xurttir dike, tîmên şaredariyê şev û roj dixebitin û berfê diavêjin.

Zêdeyî 200 karmendên şaredariyê bi makîneyên şixul li 44 taxên kuçe û kolanan berfê paqij dikin.

Ekîbên ku nîvê şevê jî wekî wardiye xebatên xwe didomînin, bêrawestan dixebitin da ku welatî di mijara veguhestinê de mexdûr nebin.

Şaredarê Yakutiyeyê Mahmut Uçar diyar kir ku ekîbên berfê bênavber dixebitin. Uçar bal kişand ku ekîb bi awayekî wardiye û bi greyder, kemçe, kamyon û wesayîta xwêkirinê xebatên xwe dimeşînin.

Uçar herwiha welatî hişyar kirin ku li hemberî şembelûkên baniyan baldar bin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin