Faris Medenî Marsîl

Faris Medenî Marsîl

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Bakur û li Rojhilat qelsîya Kurdistanîbûnê

A+A-

Anektodek heye dibêjin ku di dema Şerê Sar de di salên 80yî de serokên 5 dewletan; Regan, Tacher, Mitterand, Brejnev û Jîvkov li helîkopterekê siwar dibin da têkiliyên xwe di helikopterê de muzakere bikin. Piştî helikopter radibe pîlotê wê dibêje ji ber giranîyê, helikopter nestabil e, ez nikarim helikepterê mexel bikim; ji bo ku hûn 4 kes xelas bibin divê yek jî we xwe feda bike û xwe ji helikopterê bavêje. Ev 5 serok di nav xwe de minaqeşe dikin; Ronald Regan dibêje; ez serokê dewleteka mezin DYA mim, ez dinyayê îdare dikim ez xwe navêjim, Margereta Tacher dibêje; ez serokwezîra Qralîyeta Brîtanyaya Mezin im, welatê min dergûşa demokrasîyê ye, Fransûa Mîterand dibêje; Fransa navenda edebîyat û kultura dinyayê ye, Leonîd Brejnev dibêje; bêyî hebûna USSR tu dewlet nikare li dijî hegemonyaya DYAyê rawest e, wexta dor tê serokkomarê Bûlgaristanê Todor Jîvkov ew jî dibêje; ez dikarim li welatê xwe tirkên hene navê wan bigehurînim û wan asîmle bikim; ev dîtina Jîvkov nakeve serê wan. Ew dibin hemfikir ku divê ew xwe ji helîkopterê bavêje, le Jîvkov bi dilê xwe, xwe navêje û serokên xerbê wî tahm didin lê ew bi destên xwe qiraxê/kenarê helîkopterê digre û li hewayê dimîne û dikin nakin destên wî nikarin vekin. Balansa helikopterê her diçe xerabtir dibe divê zûtirin jê xelas bibin. Dinêrin bi zorê nikarin jê xelas bibin, Brejnev dikeve dewrê û slogana; 'Bijî biratîya Sovyet û Bûlgaristanê' diqîre, Todor Jîvkov ji kêfan li çepikan dixwe û bi vî hawayî dikeve xwarê.

Rûs û Bûlgar du miletên slav in, ortodoks in piştî 500 sal di bin nîrê împaratorîya Osmanî de Bûlgarîstan di encama Şerê Rûs-Osmanîyan a 1878ê de bi alîkarîya Rûsyayê, ji bin nirê Osmanîyan xelas bûye, dewleta xwe ya milî avakiriye û piştî şerê Duyem yê Cîhanê dîsa bî alîkarîya SSCB Bûlgaristan ji rejîma xwe ya wê demê xelas bûye di nav sîstema sosyalîst de cî stendîye; bi kurtayî îro jî di navbera herdû miletan de têkilîyeka gelek xurt heye ku ev têkilî ji kûrayîya dîroka wan ya mişterek tê.

Yê Kurdan ne dostê wan hene, ne jî ji wan re çepikan lêxin. Li gor çand û ziman Fars/Ecem herî nêzê miletê kurd in. Ne tenê çand û zimên bi tarîxî jî weha ye. Îran xwe berdewamîya împaratorîya Sefewî dihesibîne; li gor dîrokzanan Şêx Safiyeddin ku terîqeta Sefewî danîye ew nevîyî nevîyê kurdê bi navê Firuz Şah Zêrînkulah ku ji herêma Şingalê barkiriye û çûye Erdebîla Îranê bi cîh bûye.

"Berî her tiştî Kurd û Ecem du qewmên bira ne û ji hemû qewman nezîktirî hev in. Kurd û Ecem ji wextê tarîxên kevn va bi hevre jîyîne û şehînşahên wan geh Kurd bûne geh jî Ecem bûne. Ji ziman bigre heya nav û edet û folklorên wan gişt nêzîkî hev in. Dibe Dahak şehînşahekî van herdû qewman bi hevre be û wê çaxê ji van herdû qewman bihevre dijîyan. Kawa divê Ecem be û dive jî Kurd be em nikarin bibêjin ku sedased Kurd e an jî Ecem e, lê belê îro bîye malê herdû qewma û pêşengên wan. A giring kî bûna wan nîne, a giring ew e ku îro [Newroz] bîye destanekî milî ye miletê Kurd û Ecem". Hîkmet Buluttekîn (Çeko), 21-Edara-1970, Deşîş, Ilk Anlatim, r. 67)

Li gel van muşterekîyan dewleta Îranê divîyabû herî mutefîqê miletê kurd bûna; qencîya ku Rûs bi Bûlgaran re kiriye ew jî bi kurdan re bikira. Wek miratxwirê împoratorîya sefewî divîyabû bibe alîkar da kurd dewleta xwe ava bikira û di siyaseta navneteweyî de bi hev re hereket bikirana; lê ew çi kir em dûr neçin 69 sal berê di dîroka hevdem a Kurdan de di encama Şerê Duyem yê Cîhanê de fersenda ku ket destê kurdan ew komara Mahabdê ava kirin piştî ku ev konjuktur ji ortê rabû dewleta İranê keys dît vê komara ciwan rûxand; serokê wê Qadî Mihemed û hevalên wî fetisand. Piştre bêyî ku ew ‘Kurdistan’ înkar bike Kurdan şiband xwe û di nav xwe de heland; mixabin panîya aşil a kurdên rojhilat a Îranîbûna wan jî rê da û dide ku ew ber bi sîstemê ve herin û îro yek sebeba qelsî û lawazîya tevgera neteweyîya Kurdistana Rojhilat ev e.

Cimhurîyeta Tirkiyê piştî serîhildanên kurdan tefand, sîyaseta asimlasyonê û înkarê li hember kurdan meşand; ewrûpî û amerîkayî jî li hember vê sîyaseta "terora sipî' ya Tirkiyê bêdeng man heta Îniltere û Fransa di parçekirina Kurdistanê de aktorên sereke nin.

Rayadarên dewlet û hukmet û partîyên Tirk dibêjin em hezar sal in bi hev re dijîn, em tekilhev bûne em wek goşt û neynûk in; ew xwe goşt kurd jî neynûk dihesibînin; goşt bi rûmet neynûk bêqîmet e; ew li ser vê têgehê kurdan piçûk, xwe mezin dîtin û dibînin. Li gel van kiryarên wan jî lê mixabin kurdên bakur carna bi darê zorê û piranî bi dilxwazî xwe bi wan ve girê dan, berê xwe dan/didin Tirkiyeyê; îro rewşenbîrên kurd û esilkurd ku li gel Tirkiyeyîbûnê ne, hejmara wan ji wan rewşenbîrên kurd ku xwe Kurdistanî dihesibînin gelek zêdetir in. Belkî di vir de rola siyaset û îdeolojîya wê rêxistina xurt ya ku îro li bakur serdest e heye lê ev bi temamî bi wê tenê nahê îzahkirin.

Çawa kurdên rojhilat alîyê wan yên xurt Îranîbûna wan e, yên bakur jî qelsîya wan Kurdistanîbûna wan e. Meriv alîyê xurtbûna Îranîbûna Kurdên rojhilat dikare bi demek dirêj ku digihîje 500 sal ew di bin împaratorîya sefawî û xenadaniyên piştî û heta niha di bin nîrê wan de bi hev re jîyane û nêzikayîya mişterekîya dîrokî ya herdû miletan û li gel wê jî heta niha tevgereka xurt ya muxalîf a Kurd (ji xeynî çend salan) li Rojhilata Kurdistanê peyde nebûye ve, îzah bike.

Li Bakur jî hinek rewş bi awayekî din dişibê rojhilat; kurd û tirk wek du milet aweyekî dîrokî û zimanî û kulturî dûrê hev in, lê di not salên cimhurîyetê de sîyaset û propagandaya ku dewlet li hember kurdan meşand; xwe modern kurd û kurdbûnê bi paşdemayî û primitîvî (îptîdaî) bi nav kir, ew di vê sîyaseta xwe de îzafî bi ser ket; kurd ji bo xwe ji van sitafan xelas bikin xwe ber bi tirkîbûnê, tirkbûnê û tirkiyetîbûnê ve birin; heta ev tendans îro jî dom dike û ne tenê li ber kurdên normal li ber kurdên zana jî heye. Li gel ku îro xwedêgiravî tevgereka xurt a mixalîf a kurd li bakur heye jî, Kurdistanîbûn heta kurdbûn ne li peralela vê xurtbûnê ye. Helbet qelsîya kurdistanîbûnê û xurtbûna tirkiyetîyê ne bi tenê girêdayî vê sîyaseta 90 salên cimhurîyetê ye; giredayî împaratorîya osmanîyê ku Tirk xwe û cimhurîyet xwe berdewamîya wê dihesibînin û kurdên bakur ku ji şerê Çaldiranê vir ve bihesibîne ev 500 sal in di bin şemsîya wan de bi hev re jiyane.

Wer xuya ye împaratorî û bi taybet jî împaratorîyên ku dîn û mezhebên xelkên wan wek hev in û heta kultûr û dîroka wan nêzî hev in têkilhevbûne wan bi hev re kemilandiye. Belkî ev jî dîyardeyeke ku îro li Bakur û li Rojhilat kurdîbûn û Kurdistanîbûnî lawaz e. Lê ev heta heta dom nake; di vê serdama ku her milet xwedî li mafê xwe yê neteweyî derdikeve nabe miletekî bi nifûsek evqas pir li rojhilata navîn li ser axa xwe bê maf û bêstatu bijî.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin