Li Amedê rêza bêkariyê dirêj dibe

Li Amedê rêza bêkariyê dirêj dibe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heftiya çûyî ragihandibû ku 387 xebatkaran bo şaredariyê werbigirin. Di nava 5 rojan de nêzîkî 3 hezar kesî serlêdana xwe kir.

A+A-

Li gor nûçeya Tîgrîs Haberê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, li ser malpera Serokatiya Daîreya Xebatkaran belav kiribû ku 387 kesan bo kar werbigirin.

Piştî ragihandinê, welatiyên Amedî, dokumanên xwe amade kirin û bo serlêdana kar bikin, li ber Navenda Kongre û Çandê ya girêdayî Şaredariya bajarê Mezin a Amedê rêzên dirêj pêk anîn. 

Jêderên şaredariyê diyar kir ku di nava pênc rojan de nêzîkî 3 hezar kesî serî lê daye.

Li aliyekî din hin jêderên ji şaredariyan ku nexwestin navên wan werin eşkerekirin ji Rûpela Nû re ragihandin, ev serlêdan giş formalîte ne û kesên ku bo kar werine wergirtin beriya serlêdanê hatine diyarkirin û qeyûm û rêvebirî, berî ku ji rêvebiriya Şaredariyê dûr bibin, dixwazin kesên nêzîkî wan bixine kadroya şaredariyê lewre, ji berê de, kesên ji malbatên leşker, polês û cerdevanan hatine diyarkirin û ew ê werine bicihkirin û derdê wan ew e ku berî ku biçin, kadroyên xwe lê bicih bikin.

(Rûpela Nû/ Tîgrîs Haber)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin