Li Amedê di operasyonekî de gelek parêzer û nûnerên rêxistina sivîl hatin binçav kirin  

Li Amedê di operasyonekî de gelek parêzer û nûnerên rêxistina sivîl hatin binçav kirin  

.

A+A-

Li Amed a Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de, gelek parêzer ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve, hatin girtin û binçav kirin.

Li gor agahiyan, li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê, gelek parêzer di çarçoveya doza lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, îro di demjimêrên serê sibê de, ji aliyê polîsan ve gelek parêzer û nûnerên rêxistina civaka sîvîl hatin girtin.

Di demjimêrên sibeha îro de, polîsan girtin ser malan û di serdegirtinên malan de, dest danîn ser bîlgîsayar, pirtûk û materyalên dijital. Herwiha, Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şerker jî di nav de, gelek parêzer, rêveber û endamên rêxistina civaka sîvîl hatin binçav kirin. 

Kesên hatin desteserkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. 

NAVÊN KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN

Navê kesên hatin binçavkirin wihane: “Parêzer Bunyamîn Şeker, Abdulkadîr Guleç, Eshat Aktaç, Serdar Talay, Îmran Gokdere, Diyar Çetedîr, Serdar Ozer, Ferîde Laçîn, Gevriye Atli, Resûl Tamûr, Cemîle Tûrhalli Balsak, Ahmet Kalpak, Devrîm Bariş Baran, Neşet Gîrasûn, Sedat Aydîn, Şîvan Cemîl Ozen, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Samsûrê Prz. Bulent Temel, Mahsum Bati, rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Diyar Dîlek Ozer û endama federasyonê Leyla Ayaz, endamê Konseya Navendî ya TTB’ê yê berê Şehmus Gokalp, endamê DÎVES Suleyman Okur, endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Panayir Çelîk, rêveberê HDP’ê yê Amedê yê berê Îlhamî Yurek, endamê SES’ê yê hatibû îxraçkirin Ûmît Çetîner, endamê HABER-SEN Mehmet Kaçar, Plangerê Bajêr Haknaz Sadak û Edîtora Jinnews’ê Roza Metîna.”

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin