Li Amedê 14 mamoste ji ber reza eywana futbolê hatin girtin

Li Amedê 14 mamoste ji ber reza eywana futbolê hatin girtin

Li Amedê 14 mamoste tenê ji ber ku reza xwe ya eywana fûtbolê nedane dadwerekî, hatin girtin!

A+A-

Li gorî medyaya Tirkiyê, 14 mamoste tenê ji ber ku razî nebûne dadwerek beriya wan di eywana fûtbolê de bilîze, hatin girtin!

Li gorî agahiyan, ew tişta sosret bi vî rengî qewimiye: Bernameya yariya mamostayan ji saet 9ê sibê heta 10 sibê bûye, bernameya yariya dadwer jî ji saet 10 sibê heta 11 Sibê bûye. Lê dadwer, ji ber ku bîra wî çûye, zûtir çûye salonê û xwastiye di saeta mamosteyan de bilîze. Mamoste razî nebûne ji ber wê jî di navbera wan û dadwer de gengeşî derketiye.

Li ser vê yekê, dadwer fermana girtina wan mamosteyan daye û bi vî rengî tevahiya wan mamosteyan ji aliyê hêzên polîs ve hatine girtin.

Wezîrê Dadê û Serokê Encumena Dadwer û Hakiman a Tirkiyê Abdulhemîd Gul, li ser vê mijarê ragihindiye, wan li ser girtina mamostayan û wê aloziyê lêpirsîn dane destpêkirin.

Girtina wan mamosteyan ji aliyê Sendîkaya Perwerdê ve bi tundî hatiye şermezarkirin û hatiye gotin ku wî dadwerî posta xwe bi awayekî keyfî bikar aniye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin