Li Almanyayê xelat dane kurtefîlmê “Barê Giran”

Li Almanyayê xelat dane kurtefîlmê “Barê Giran”

.

A+A-

Li Festîvala Fîlman a Tirkiye û Almanyayê ya 25an, di beşa kurtefîlman de xelata duyem dane “Barê Giran”.

Festîvala Fîlman a Tirkiye û Almanyayê ya 25an bidawî bûye. Di roja dawî ya festîvalê de xelat dane fîlmên serkeftî.

Xelata duyem a kategoriya kurtefîlman dane fîlmê bi navê “Barê Giran” ê Yilmaz Ozdîlî.

Festîval di 18ê Tîrmehê de destpê kiribû û duh bidawî bûye. Di encama festîvalê de xelat dane 9 fîlman ku 3 juriyên cida û temaşevanan ew hilbijartine.

*Bernameya xelatdayînê ya festîvalê

Fîlmê Dominik Grafî yê bi navê “Fabian an jî çem û çem çûn” xelata baştirîn fîlmî wergirtiye. Alina Şerbanê bi rola xwe ya di fîlmê “Gipsy Queenê” (Şabaniya Qereçiyan) xelata baştirîn lîstîkvanê, Alî Atayî bi rola xwe ya di fîlmê “Nûh Tepesi” (Girê Nûhî) xelata baştirîn listîkvanî, fîlmê Lukas Nathrathî yê bi navê “Kippa” Xelata Öngörenî wergirtiye.

Di beşa kurtefîlman de ji Almanyayê fîlmê Kerem û Îsmet Ergunî yê bi navê “Zweite Haut” (Rûyê Duyem) bûye yekem, ji Tirkiyeyê fîlmê Yilmaz Ozdîlî yê bi navê “Barê Giran” bûye duyem, yê Umît Kivançî yê bi navê “Ah Asûman” jî bûye sêyem.

Temaşevanan jî bi dengên xwe fîlmê Bariş Atayî yê bi navê “Aden” hêjayî xelatdayînê dîtine.

Derbarê "Barê Giran" de

Barê Giran (Trailer) from Yilmaz Ozdil on Vimeo.

"Barê Giran" kurtefîlma derhênerê bakurî Yilmaz Ozdil e. Ozdil di kurtefîlmê xwe de berê temaşevanan dide kerên ku li Şaredariya Mêrdînê dixebitin û malnîşîn didin û ew jî di dawiya fîlm de berî temaşevanan dide ser sînor.

Kurtefilmê derhêner Yilmaz Ozdîl ji 17 xulekan pêk tê.

Li Tirkiye û derveyî Tiryiyeyê gelek xelat wergirtine ku Xelata Baştirîn Kurtefîlman a li Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Enqereyê, li Barcelonayê Xelata Baştirîn Kurtefîlmê Navnetewî, li New Yorkê di Pêşbirka Kurtefilman a FOLCSê çend ji wan in.

Bînaet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin