Lêpirsîneke nû li ser mamosteyê ku dersa bijarte ya Kurdî teşwîq dike hat destpêkirin

Lêpirsîneke nû li ser mamosteyê ku dersa bijarte ya Kurdî teşwîq dike hat destpêkirin

.

A+A-

Mamosteyê Kurdî Hudai Morsumbul ji ber ku dê, bav û xwendekaran ji bo hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin teşwîq dike vê carê jî bi hincetên “alîgiriya PKKê” û “piştgiriya terorê” lêpirsîn li ser hat destpêkirin.

Hudai Morsumbul mamosteyê zimanê Tirkî ye, li navçeya Akdenîz a Mêrsînê bi hinceta ku beşdarî kampanyaya dersa bijarte ya Kurdî bû û teşwîq kir ku xwendekar bi Kurdî biaxivin, mûçeya wî hat birrîn û ji dibistana xwe hat "dûrxistin" niha jî ca ji ber "propagandaya terorê" lêpirsîn li ser wî hat destpêkirin.

Mamoste Hudai Morsumbul ê ku bi awayekî çalak piştgirî da kampanyaya dersa bijarteya Kurdî ku di 3ê Çileya sala borî de dest pê kiribû û heta 7ê Sibatê berdewam kiribû, ji bo dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê tên dayîn, ji dibistana ku lê dixebitê hat dûrxistin.

Hudai Morsumbul li dijî biryara Rêveberiya Perwerdehiyê nerazîbûn nîşan da û di daxwaznameya xwe de got ku ew li ser daxwaza dêûbav û xwendekaran dersên Kurdî û Erebî teşwîq dike. Morsûmbûl diyar kir ku ev daxwaz ji dê û bavan hatiye û xwest dê û bav îfadeyê li ser vê yekê bidin û destnîşan kir ku helwesta wî divê were xelatkirin, ne ku were cezakirin.

Hudai Morsumbul ku sirgûnê Çewligê hat kirin, ji bo teşwîqkirina dersa bijarte ya Kurdî û vekirina kursan bênavber xebatên xwe domand. Morsumbul ê ku li Meletiyê ji bo vekirina kursên Kirmanckî/Zazakî û Kurmancî yekem car bû pêşeng, li Çewligê piştgirî da kampanyayên ji bo hilbijartina dersa bijarte ya zimanê Kurdî. Wî li ser medyaya civakî post jî parve kirin.

Li gor zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, berî ku îtîraza wî ya ji bo "birîna mûçe" were encamdan, vê carê ji aliyê Rêveberiya Perwerdehiyê ya Mêrsînê ve derbarê mamosteyê Kurd de lêpirsîneke nû hat destpêkirin.

Hat diyarkirin ku Hudai Morsumbul dikare di nav 7 rojan de li dijî biryara ku hatiye dayîn îtîraz bike.

 

Lêpirsîneke nû li ser mamosteyê ku dersa bijarte ya Kurdî teşwîq dike hat destpêkirin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin