Kurdistan | Ji sala 1991ê heta niha zêdetirî 13 hezar kes bûne qurbaniyên mayînan

Kurdistan | Ji sala 1991ê heta niha zêdetirî 13 hezar kes bûne qurbaniyên mayînan

.

A+A-

Bi sedema 4ê Nîsanê Roja Cîhanî ya Hişyarîkirina Derbarê Mayînan de, li Zawîteya Duhokê îro 4ê Nîsanê helmeteke jinavbirina paşmayên neteqeyayî hat encamdan.

Serokê Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mayînan Cebar Mistefa ragihand ku li Herêma Kurdistanê hê jî ji 776 kîlometre çargoşeya mînkirî rûberê 260 kîlometre çargoşe maye ku divê bê paqijkirin.

Herwiha Cebar Mistefa diyar kir ku heta niha li Herêma Kurdistanê ji sala 1991ê ve 13 hezar û 400 kes bûne qurbaniyên mayînan û teqemeniyan û hê jî rûberê ji %33.5 axa mayînkirî li benda paqijkirinê ye.

Cebar Mistefa ji Rûdawê re gotiye, ji sala 1991an ta niha li Herêma Kurdistanê 13 hezar û 400 kes bûne qurbaniyên mîn û teqemeniyan ku ji wan 3 hezar kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar û 255 kesên din jî birîndar û kêmendam bûne.

Mistefa da zanîn ku ji sala 1992an ve karê paqijkirina li zeviyên mînkirî destpê kiriye û heta niha 39 karmendên ser bi Dezgeha Mîn û rêxistinên di warê mîn de jiyana xwe ji dest dane û 106 kes jî kêmendam bûne.

Cebar Mistefa ragihand, ji sedî 60ê herêma mayînkirî li parêzgeha Silêmaniyê ye û li ser cureyê wan mayînan jî wiha got: “Ew ên ku li Herêma Kurdistanê hatine çandin, mînên dije mirov in û tenê li herêmên sînorî û di encama şerê Iraq-Îranê de mînên dijî tank jî hene.”

Serokê Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mîn da zanîn, “Mînên dijî mirov li dijî hêzên Pêşmerge hatine danîn ku cihên wan nêzikî qeza û nehiyan e. Bo nimûne; li Şeqlawa, Koye, Pêncwîn û wan qeza û nehiyeyên nêzîkî herêmên çiyayî ne. Mînên dijî mirov jî beşa wan a zêde du cur in; ew ên bi sûnger û yên Îtalî.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin