Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kurd û nijadperestî

A+A-

Hevserokê Partîya Demokratîka Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, ku di girtîgeha Edirneyê da girtîye û bi nameyekê ragihand ku ew naxwaze carek din bibe hevserokê Partiyê, biryara hevserok hemahengîya nava Partîyê da hejand.

Demirtaş bi biryara xwe, li hêlekê bona hevseroktîyê hinek kes han dan, lê li hêlekê jî, weha dixuye ku berî nameya Demirtaş jî di nava partîyê da gengeşiyekê destpêkiribû, gelo kî/kê dê bibe hevserok?

Peyama Hasip Kaplan, deriye gengeşiyek din vekir, bê guman rayagiştîya Kurd Kaplan bi nêzik va şopand û dizane, bawerim peyamên wî yên salin bihurî hêj îro jî di bîra civakê da ne.

Siyaset weha ye, ligel hinek rewşan, jîyan û helwesta mirovî ya salin bihurî di kurte demekê da dibe mijara gengeşîya civakê, ger qenc be gel qencbûnê, lehengîyê, an jî berevajî têt gotin.

Bê guman, mebesta min ne rastbûn, an nerastbûna Kaplan e, lê gotina wî bêteşeyî bû, ango wî merama xwe bi şêwekî ne siyasî gotibû.

Encax, kesên ku wî bi nijadperestiyê sûçdar dikin neheq in, ji ber ku gotina Kaplan bi ti avayî nakeve nav gotin, an helwestek nijadperestî.

Berî her tiştî rewşa Kurdan dest nade ku ew bibin nijadperest, ji ber ku hêj bindest in û sisteme xwe nedamezrandine, di rewşa îro da berevajî divê Kurd bibin welatparêz, neteweperwer, lê ne bi şermokî.

Ji ber ku piranîya siyasetvanên Kurd di heman deme da xwedan ramanin çepin, welatparêziyê, neteweperweriyê ramanek paşverû, primitîf dizanin, ji çepên Tirkan (Kemalîstan) wisa hîn bûne.

Gellek caran bi navê çepitiyê Kemalizmê Kurdên neteweperwer bi nijadperestiyê sûçdar kirîye, îro jî dikin, mixabin hinek Kurd jî alîkarê vê êrişa gemarî ne, heçkû ev sûçdariyek manîplatîf e.

Siyaseta HDPê ku ew xwe partîyekî tirkîyeyî dibêje, wekî partîyekî rikeber di nava siyaseta Tirkîyê da tevdiger e, her roj hinekî din ji nasnameya Kurd û Kurdistanê dûr dikeve, herweha bi bedela çend gotinin çep qada xwe ya siyasî teng dike û derfeta pêywendiyên xwe asteng dike.

Vê siyaseta marjinal li ser girseya partîyê, taybetî kesên ku li bajar û bajarokan siyaseta vê Partîye bi rêvedibin û di lijneyên wê da peywir digrin, êdî întegreyê vê siyasete bûne.

Dixwazin serborînek xwe bejim; sala 2014an rê vebû ku em vegerin welêt, dadgehê ji parêzeran gotibû, “ger vegerin emê biryara desteserkirinê bettal bikin.” Li ser vê em jî vegerîyan, bêşik berî me hinek kesan rê bona me vekiribûn.

Ez dirêj nekim, ez vegerîyan û piştê demekê li nivîsgeha hevalekî HDPî rûniştime, behs hat li ser HDPê sekini.

Çend kes hebûn, rêveberekî Partiye ji min pirsî, ku gelo ez HDPê çawa dibinim, siyaseta wê çawa ye?

Min di bersiva xwe da got, ku “ev xeta siyasî ku ji Partîya Keda Gel (HEP)ê destpêkir û bi amancê li Tirkîyê demokrasîyek tam û hizmeta çareserîya kêşeya Kurd bike hat damezrandin, HDPê îro berdewama vê xeta siyasî ye, partîyekî wekî HDP divê ji devjeniyên (polemik) siyasî dûr, bona destketiyên demokratik û neteweyî têkoşînek hêj bilind bikira, bo mînak partî dikane mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bike rojeva siyaseta Tirkîyeyê, herweha dikane daxwaza zimanê fermî bike, li gel Tirkî, bila Kurdî jî bibe zimanê fermî.

Di hemû civînên koma xwe da dikanibû ev daxwazan dubare bikira.

Û ez bin, mehê carekê ezê civîna koma partîyê ne di parlementê da, lê li Amedê bikim û parlementeran neçar bigrim ku beşdari bin.”

Rêveberê partîye ji min vegerand got, “ger partî gavek weha bavêje, pêkhatiyên nava partîye dê bertek nişan bidin, ev dê nerehet bibin” û navê hinek kesan bilêv kir.

Min jî bersiv da û got, “ez ne bawerim geşedanek weha bibe, lê ger bibe jî, bila be, ji ber ku ev asta siyasî bi deh hezaran xwîna law û keçên Kurd bi dest ketiye.”

Gotina min ev e, ku ev siyaseta HDPê êdî di nava girseya partîye da jî bikirên xwe hene, neku hinek kes dibêjin, “heval em îro weha dibêjin, lê siba tiştekî din…”

Dibe ku hinek kes weha bifikirin, lê bi pirranî rûyî girseyê berve siyaseta navendî ya Partiye va ye.

Heta ku Kurdek daxwaza mafên xwe neke, nasnameya xwe berz neke, ti pirsgirêk nabin, lê dema Kurdek daxwaza mafên xwe bike û nasnameya xwe derxe pêş, bi kes û komên ku heta wê rojê bi hevra di kulwarekî da siyaset dikirin, bertek bilind dibin, carina jî gotinên giran û heqaret, wekî ku li dijî Hasip Kaplan hat gotin.

14.01.2018/Dusseldorf

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin