Koşka Spî: Tenê yek destdirêjîkar heye û ew jî Putin e

Koşka Spî: Tenê yek destdirêjîkar heye û ew jî Putin e

.

A+A-

 Koşka Spî bersiva tohmeta Rûsya ya ku Kîev bi pêkanîna yekem êrîşa esmanî li nav axa xwe da û diyar kir, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ev şer daye destpêkirin.

Rûsya, Ukraynayê bi pêkanîna êrîşên esmanî li ser axa welatê xwe tohmetbar dike û hişyariyê dide û dibêje, dibe ev êrîş bibe sedema rawestandina danûstandinan.

Parêzgarê Herêma Belgorod a Rûsyayê Vyacheslav Gladkov roja Înê 1ê Nîsana 2022ê eşkere kir, berê sibeha roja Înê Ukraynayê bi helîkopterên corê Mi-24 depoyeke petrolê li wî bajarî bordûman kiriye û du karmendên depoyê birîndar bûne. Ew herêm dikeve başûrê Rûsyayê û 40 kîlometre dûrî bakurê sînorê Ukraynayê ye.

Berdevka Koşka Spî Jen Psakî bersiva pirseke li ser vê mijarê da û diyar kir, tenê destdirêjkarek hebe “Putin” e. Heta niha Kievê ne red kiriye êrîş pêk anîye û ne jî berpirsyariya pêkanînê li xwe girtiye. Piştî êrîşê, Serokê Ukrayna û Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê axifîne, lê di vê derbarê de tiştek negotine.

Berdevka Koşka Spî Jen Psakî destnîşan dike: “Ev ew şer e ku Serok Putin destpê kiriye. Şerekî pîs e û artêşa Rûsyayê berdewam bajarên seranserê Ukraynayê bordûman dike. Me dîtiye ku xelkê Ukraynayê bi awayekî bê tirs li beramber êrîşên hovane yên Rûsyayê rawestiya ne û şer kirine, lê li vê derê tenê yek destdirêjîkar heye û ew jî Serok Putin û artêşa Rûsyayê ye ku piştgiriya wî dikin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin