Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê li ser serdana McGurk daxuyaniyek da

Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê li ser serdana McGurk daxuyaniyek da

.

A+A-

Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê ragihand ku Brett McGurk " tekezî li ser pêşdebirina yekrêziya Kurdistanê ji bo piştgirîkirina bextewarî û berjewendiyên hevbeş ên Herêma Kurdistana Iraqê û tevahiya Iraqê kir."

Kordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk di 16ê Çileya 2023an de serdana Hewlêrê kiribû û di heman rojê de bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyabû.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk pêşhatên herî dawî yên siyasî yên Iraqê, peywendiyên Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û gotûbêjên jibo çareserkirina pirsgirêkên wan, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û proseya yekkirina Hêza Pêşmerge gotûbêj kirin.

Roja piştî wê McGurk McGurk bi Serok Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî û Serokê Giştî yê YNKê Bafil Talebanî re jî civiya.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hatin gotûbêjkirin û tekez li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û girîngiya rola Iraq û Herêma Kurdistanê di çareserkirina astengiyên li pêşiya enerjiyê li ser asta cîhanê de hate kirin.

Di heyeta Amerîkayê de Kordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk, Şandiyê Taybet ê Serokatiyê bo Binesaziya Gerdûnî û Ewlekariya Enerjiyê Amos Hochstein, Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û hejmarek şêwirmendên Wezareta Derve ya Amerîkayê cih digirtin.

Civîna dawî ya McGurk li navenda YNK’ê ya Hewlêrê bi Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û Hevserokê YNK’ê Bafil Talebanî re pêk anî.

Piştî hevdîtinê Qubad Talebanî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û tê de got “Di civînê de tekezî li ser yekkirina hewlên ji bo xizmetkirina baştir bo gelê Herêma Kurdistana Iraqê hat kirin.”

Piştî hevdîtinên şanda Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê, Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û dibêje “McGurk di hevdîtinên xwe yên ligel Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî, Mesûd Barzanî, Qubad Talebanî û Bafil Talebanî de, tekezî ser pêşvebirina yekitiya kurdan ji bo piştgirîkirina berjewendî û bextewariya hevpar a Herêma Kurdistana Iraqê û tevaya Iraqê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin