Komcivîna Kurdên Sovyeta berê li Moskovayê

Komcivîna Kurdên Sovyeta berê li Moskovayê

Nûnerên Federasyona Komeleyên Kurdên Sovyeta berê û nûnerên gelek federasyon û komeleyên welatên Ewrupayê îro (04-08-2018) li Moskovayê civîyan.

A+A-

moskova-civ.2-001.jpg​Komcivîn bi rêveberîya Prof. Kinyazê Îbrahîm, Yurî Nabiyev û Şêx Remezan Saidov hate bi rêvebirin. Nûnerên kurdên Kazaxistan, Kirgizistan, Gurcistan, Ermenistan, Azebeycan, Bela Rusya û Rusyayê, berpirsyarên gelek dezgeh û sazîyên kurdî yên welatên Sovyeta berê beşdar bûn.

Ji Ewrupayê jî li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê Keya Îzol, li ser navê Federasyona kurdên Danimarkayê Adnan Agacan, li ser navê welatên Benelux Karîna Wezîrê Eşo, Efser Qareman û Ferhat Boskan, li ser navê Federasyona kurdên Fînlandiyayê  Welat Nehrî,  û li ser navê Hevkar-Almanya M. Alî Yildirim beşdarî komcivînê bûn.

Di nav mêvanan de ji buroya rêzdar Mesud Barzanî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî; Zekî Musa û Diyar Mizûrî, li ser navê PAKê Nimet Mumtaz Aydin û Mahmûd Lewendî û nûnerên PDK Iraq, PDK-S, KRG-Rusya (Hukumeta Herêma Kurdistanê), Rêxistina Dostaniya Kurd û Yahûdiyan, nûnerên hin dezgehên dewleta Rûsyayê beşdarî komcivînê bûn. Herweha di nav beşdaran de ronakbîrên wek Tosinê Reşîd, Tîmûrê Xelîl, Aslîka Qadir, Hejar Şamil, Dr. Ekrem Onen hebûn. Mêvanê rûmetê Îsmaîl Beşîkçî li gel berpirsyarê weqfa wî Îbrahîm Gurbuz jî hatibûn vexwendin.

Serokê dîwanê Yuri Nabiyev xêrhatin da beşdaran, komcivîn deqeyek ji bo hemû şehîdên Kurdistanê û bi taybetî jî yên Şengalê rawestiyan. Piştre Prof. Kinyazê Îbrahîm behsa dîroka kurdên sovyeta berê kir. Li gor Prof Kinyaz, kurdên pêşî 150 sal berê ji bakurê Kurdistanê hatine. Û vê koçberîyê heta 1920î dom kirîye. Piştre di gelek caran ji ber sedemên cuda tûşî sirgûn û koçberîyê bûne. Li gor gotina wî li seranserê Sovyeta berê milyonek kurd hene.

Nûnerê serok Mesud Barzanî, Zekî Musa, peyama Mesud Barzanî xwend, di peyamê de weha got: ”em tu carî alîkarî  û helwesta we ji bîr nakin, em pê serbilind in... Referandum daxwazeke rewa ya kurdan bû, lê rûdanên piştî referandûmê û xiyaneta hin kesan bû sebeb ku gelê kurd zerarê bibîne. Lê ez we piştrast dikim ku nuha gelê Kurdistanê bi îradeyeke bi hêztir û şîyartir li ser pîyan e û berê xwe daye pêşerojeka geş.”

Îsmail Beşîkçî jî di axaftna xwe de bi kurtî weha got: ”Di 1920an de Îngilîz, Fransiz, Tirk û Farisan, Kurdistan di nav xwe de kirin çar parçe û ev parçebûn ji alî Cemiyeta Miletan ve hat tesdîqkirin. Ji wê rojê heta îro ev pirsgirêk her beredewam e. Iraqê di 1970an de li gel Mela Mistefa Barzanî peymanek çêkir, lê  li ser Kerkûkê li hev nekirin, goya ew ê di nav du salan de referandumek çêkirana, lê ji ber zora Tirkiye, Îran û Suriyeyê nehat çêkirin. Careke din di 2004an de dîsa xwestin li ser pirsa Kerkûkê referandumekê çêkin, lê dîsa tirk û farisan li gel Amerika û Ewrupayê nehîştin çêbe. Di 2017an de kurda referandumek çêkir, van dewletan dîsa nehiştin ku hidûdên Kurdistanê werin guhertin. Bi taybetî Amerîka û Yekitiya Ewrupayê… Dunya jî bêdeng ma !”

Li ser navê PAKê Nimet Mumtaz Aydin jî bi kurtî weha axifî:

” Partîya Azadîya Kurdistanê komcivîna we pîroz dike… Di salên 50-60î de Radyoya Êrîvanê bi deng û awaza xwe di taristana dewleta mêtingehkar a li Bakurê Kurdistanê pêkanîbû, bû çira. Rihê Kurdayetiyê ku piştî serîhildan û qetlîama Dersimê bi dehsalan zenûn bûbû ji nuh ve geş kir. Berhemên we yên edebî, xebatên we yên li ser dîrokê, berhevkirinên we yên folklor û muzîka Kurdî, di vejîna rihê Kurdayetîyê ya Bakurê Kurdistanê de roleke girîng lîst…

Em li vir bi çend gotinan be jî qala partiya xwe bikin. Partiya me 4 sal berê li Ameda rengîn hat îlan kirin… Em partiya Bakurê Kurdistanê ne, lê partiyên perçeyên din yê Kurdistanê birayê me ne. Em bi serkeftinên wan şad dibin û bi têkçûyînên wan xemgîn dibin.

… Ev pirs, pirsa welatekî û pirsa netewekî ye. Em Kurdistanî ne û navê welatê me Kurdistan e.

….Ji bo hêz û partiyên siyasî şîara partîya me heye; Kesê bernameya wan wek hev bin, divê di bin sîwana partiyekê de werin ba hev. Yê nikarin bibin yek, divê bi hev re kar bikin. Yê nikarin bi hev re kar bikin, divê bi kêmanî di diyalogê de bin, yê nikarin di diyalogê de bin, bi divê dijminatiya hev nekin, şerê hev nekin.

moskova.civ.1-003.jpg

 

moskova.civ.3.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin