Kobanî: Tirkîyê îsbat kir ku dijminê Kurdan e

Kobanî: Tirkîyê îsbat kir ku dijminê Kurdan e

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk, Mazlûm Ebdî ango Mazlûm Kobanî ragihand, Tirkîyê îsbat kir ku dijminahîya wê ne tenê li dijî YPGê, lê belê li dijî hebûna gelê Kurd li Sûrîyê ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- General Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twîtterê amaje bi posteke bi zimanê Kurdî ya Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî ya derbarê şervanên jin de û helwêsta Tirkîyê ya li dijî wê peyamê kir û ragihand, Tirkîyê îsbat kir ku dijminahîya wê ne tenê li dijî YPGê, lê belê li dijî hebûna gelê Kurd li Sûrîyê ye.

Mazlûm Kobanî dîyar kir, “Tirkîyê heta posta ku bi zimanê Kurdî ji alîyê Hevpeymanîya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ve û ji bo pîrozbahîya li şervanan li ser twîtterê hatibû belavkirin, û têde tekezî li ser wekhevîya navbera zilam û jinan dihat kirin, tehemûl nekir.”

Fermandarê Giştî yê HSDê tekez kir: “Ev dijminahîya Tirkîyê ne tenê li dijî YPGê ye lê belê li hember hebûna gelê Kurd li Sûrîyê ye.”

 

Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li ser twittera xwe vîdeoyeke şervanên jin ên YPJê belav kiribû ku xûleke perwerdeya leşkerî qedandibûn û metelokek bi zimanê Kurdî jî ku behsa cesareta şervanên jin ên Kurd û wekhevîya di navbera jin û mêr de dike, belav kiribû.

Myles Caggins nivîsandibû: “Şêr şêr e çi jin e çi mêr e!”

Piştî nerazîbûna Tirkîyê, ew posta bi zimanê Kurdî li ser hesaba twittera Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê hatibû jêbirin.

Myles Caggins di 3ê Mijdarê de jî peyameke bi Kurdî belav kiribû û di wê peyama xwe de gotibû: “Ji destpêka şerê li hemberî DAIŞê ve heta niha jinan, di nava ‎qadên şer de cihên xwe girtin û bi beşdarbûyîna xwe, cîhêrengîya di nav koalîsyona me de bihêztir ‎dikin. Jin, aştî, ewlehî!”

Çavkani: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin