Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kîne zulumdar û PKK nuha di xizmeta kê de ye???

A+A-

Li hemî cîhanê û di qanûnên asasî yên dagirkeran de ew xal heye ku ji bona ew miletê dagirkrine azad nebe, çi lazim be wê dikin û kirine.

Li ser çi asasî û li gor kîjan qanûnê dibe bila bibe, ji bona xelkê koloniyên wan, tim weke kolonî û kole bimîne her tiştan dikin.

Ya herî girîng jî ji nava wî xelkê kolonî rêxistineke li ser navê wî datîne û bi rêya wê rêxistinê, wê partiya wan danîna, çiqas xerabî hene tîne serê wî gelî.

Ji bona kurd jî weke koloniya tirkan bimîne, ji wan çi hatiye kirine û dikin. Lê bi tu rêyê ne kurd xilas kirine ne jî bi serketin.

Taliya talî tirkan jî weke bapîrên xwe Osmaniyan ku rêxistina ”Yenî Çerî Ocaklari” damezrandibûn. Yên di van ”ocak”an de dihati perwerkirinê da ku ew ciwanên ji qewmê din bibin dijminê gelê xwe bûn.

Vê ”Yeni Çeri Ocakları” gelek daxwaz û kiryarên Osmaniyan pêk anîn. Heta ji wan re lazim bû, bi kar anîn. Dûre çi bû, di dîrokê de nivîsandiye…

Binemala Osmaniya tirkan jî piştî tevgerên welatparêz û şoreşger li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê geş bû. (Ji salên 1960-80) fêm kirin ku wê bi kuştin û qirkirinê, kurdan tune nekin ango dê nikaribin wan tune bikin

Ji ber vê li rê û rêbazan geriyan û taliya talî dîtin ku ancax kurdan bi kurd bidin kuştinê wê bikaribin bi ser bikevin. Her weha jî bû. Ji ber vê;

PKK ya xwe ango li gor şert û mercên demê ”Yeni Çeri Ocakları” xwe weke rêxistineke kurdan be, damezrandin. Bi dirûşmeyên mezin ew ajotin nava civatê. Bi tiştên kurd di hasreta wan de bûn, bi karanîn.Taliya talî PKK ya mêjî tirk û îskelet kurd çê kirin, xurt kirin, mezin kirin û danî ser serê kurdan.

Lê li ser serê PKK jî tirk danîn daku ji bê wan tevger nikaribe gavekê ji bona berjewendiya kurdan bavêje.

Piştî damezrandina PKK û bi dirûşmeyên mezin weke ya kurdan e dane zanîn û qebûlkirinê da ku ew karê xwe li gor berjewendiya Tirkiyê bike…

Êdî PKK jî ji bona hemî hêjayiyên kurdan têk bibin dest bi kar kirin. Karê wan î ewil tunekirina zimanê kurdî bû û di wî de bi serketin jî. Ji ber ku dagirkerê me baş dizanin ku bi kuştinê bi malwêraniyê dê nikaribi kurdan biqedînin. Qedandina wan tenê bi tunekirina zimanê wan de dîtin.Ji bona vê jî her tişt kirin. Mesele, proje û sanaryo dirêje e, loma ez ê bi kurtî çend dîtinên xwe bêjim.

PKK û hin kurdan zilma CHP, kumkojiyên wê, helwesta wê ya tunekirina kurdan, biryarên wê yên di derheqê zimanê kurdan bi kurdan dane ji bîr kirinê û bi vê jî Kemalîzm û qatilên bav û bapîrên me kirin serê taca me.

Lê hin kurdan hê jî ev proje fêm nekirine, loma dibin hemalên Kemalîzma ku li ser tunekirina gelê kurd mezin bûye û şax daye. Ji ber vê jî Kurd her serketineke Kemalîzmê ango ya CHP weke ya xwe dibîne.

Divê derdê me kurdan ne xwedî li damokrasiya dagirkeran derketandin be. Derdê kurdan divê ne guherandin an ji ser hukum xistina deshilatê be.

Ji ber ku heta em kolonîya tirkan bin, kî jî bibe desthilat wê ji kurdan ferq neke. Heta Kurdistan kolonîya tirkan be wê tu caran demokrasî jî neyê Tirkiyê. Divê em serê xwe û yê hinan bi paçan mezin nekin.

Şerê kurdan divê li dij wê sîstema ku li ser asasê tunekirina wan hatiya danîn be. Lê çi mixabin îro hin kurd ji destkefiyên wan ango yên CHP kêfxweş bûne, serxweş ketine. Haya wan ji wan tuneye dê sibê bi destê Kemalîstên tirk û kurd wê çi bê serê wan.

Hin kurdên me ji bîr dikin ku heta Kemalîzm hebe, wê zehmet be kurd hin mafan bi dest bixin. Fêm nakiin ku heta Kemalîzm hebe, wê kurd jî tim weke koleyên tirkan be.Ji ber ku di asasê Kemalîzmê de kurd weke kole têne bi nav kirin.

PKK ya ji kurdan çê kirin û berpirsê yekem kirin Kemalîst ango Kemalîstin Tirk û  Kurd, da ku li tu dereke kurd nebin xwedî maf û heq, bû.

PKK ya Kemalîzmê diparêze, PKK ya bûne parêzgerê berjewendiya komara tirk dê tu fêda wê ji kurdan re tune be. Dev ji fêdê berde niha zerara herî mezin ew bi xwe dide her çar perçên kurdistanê…

Kurdno nebin axayê xelkê(!), bibe xulamê gelê xwe…

 

Önceki ve Sonraki Yazılar