Kiliçdaroglû: Em ê aşitiyê bînin vî welatî

Kiliçdaroglû: Em ê aşitiyê bînin vî welatî

.

A+A-

Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî ê CHPê bersiva gotinên Devlet Bahçelî, Serokê Giştî ê MHPê daye û gotiye, “Pirsgirêk heye, erê. Ev pirsgirêk wê li kuderê were çareserkirin? Dê li parlamentoyê were çareserkirin. Ev ewqas zelal e, ewqas aşkere ye.” Bahçelî gotibû, “Pirsgirêka Kurd nîne”

 

Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî ê Partiya Gel a Komarî(CHP) li Enqereyê bi boneya 19ê Îlonê Roja Gaziyan tevlî barnameyekî bûye. Kiliçdaroglû di bernameyê de axiviye û bersiva gotinên Devlet Bahçelî, Serokê Giştî ê Partiya Tevgera Netewperest(MHP) yên têkildarî kurdan daye.

Di bernameyê de rojnamegeran gotinên Bahçelî yên “Li Tirkiyeyê pirsgirêkek bi navê pirsgirêka Kurd nîne” û “Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) dezgeyeke ne rewa ye” ji Kiliçdaroglûyî pirsiye.

Kiliçdaroglû bersiv daye û gotiye, “Wê demê em ji wî birêz serokî re bêjin. Dema HDP li parlamentoyê wekiliya serokê parlamentoyê dike, wê demê bila desten xwe raneke û mafên axavtinê wernegirin. Bila hinekî mentiqa tiştên ku hûn dibêjin hebe.”

“Pirsgirêk heye, erê. Ev pirsgirêk wê li kuderê were çareserkirin? Dê li parlamentoyê were çareserkirin. Ev ewqas zelal e, ewqas aşkere ye.”  

“Ez ê pirsgirêkên Tirkiyeyê yên bûye kronîk bi awayekî durust û ji dil û can çareser bikim. Em ê bi hev re aşitiyê û aramiyê bînin vî welatî.”

Çi bûbû?

Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê ji bo belgefilma bi navê “Bay Kemal û Hevalbendên wî” bi rojnameger Gunel Cantakî re axivî bû û bersiva pirsên derbarê pirsgirêka kurdan de dabû.

Kiliçdaroglûyî di belgefilmê de gotibû ku “HDP di çareseriya pirsgirêka kurdan de muxatabekî rewa ye. Îmrali ne dezgeheke rewa ye. Kî ye dezgeha rewa? Em dikarin HDPyê weke dezgeheke rewa binirxînin.”

Sezaî Temellî, yek ji Hevserokên berê yê HDPyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo gotinên Kiliçdaroglûyî wiha nivîsibû: “Yekane muxatabê çareseriya pirsgirêka kurdan ne HDP ye lê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê HDP aktoreke sereke ye ku îro siyaseta demokratîk saz dike û hêsan dike. Lê tiştê divê bi ti awayî neyê ji bîrkirin ew e ku navnîşana çareseriya demokratîk û muxatabê rast Îmrali ye.”

Temelliyî paşê bi Sûat Toktaş, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Halk TVyê re axiviye û gotiye “Ewên li ser tweetê, nêrînên min ên şexsî ne. Helbet partiya min neberpirsiyar e. Dezgehên me yên erkdar in ên li ser navê HDPyê wê daxuyaniya esasî bidin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin