Kerwanek leşkerî yê Tirkiyê çekên giran derbasî Efrîn û Idlibê kir

Kerwanek leşkerî yê Tirkiyê çekên giran derbasî Efrîn û Idlibê kir

Artêşa Tirkiyê, şeva bûrî Karwanek leşkerî ku ji 90 tirimbêlên çekên giran pêk hatibû şand herêma Efrînê û parêzgeha Idlibê.

A+A-

Artêşa Tirkiyê, şeva bûrî Karwanek leşkerî ku ji 90 tirimbêlên çekên giran pêk hatibû şand herêma Efrînê û parêzgeha Idlibê.
Ji Fermandariya Leşkerî ya bajarê Rihayê karwanek çekên giran ku ji 30 Trirmbêlên leşkerî pêk dihat bo Efrîna Rojavayê Kurdistanê.
Her wiha Artêşa Tirkiyê Karwanek din jî ya leşkerî ku ji 60 tirimbêl, zirîpoş, tand û Topên Obûs pêk hatibû, şand Parêzgeha Idlib ya Sûriyê.
Hêzên Artêşa Tirkiyê di dema derbaz bûna 90 tirimbêl, tank û topên leşkerî de, rê girtin û rênimayên ewlekariyê yên tund girte ber.
Artêşa Tirkiyê ku ji Adara 2018an ve Efrîn dagîr kiriye û li gor rêkeftina “Kêmkirina aloziyan” a bi Rûsyayê re, 12 xalên çavdêriyê li parêzgeha Idlibê ava kirine. Her demekê jî hêzên cuda dişîne wan her du herêman.  
 
S

Ev nûçe 77 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin