Kazimî ji bo gotûbêjkirina kirîna çekên Fransî diçe Parîsê

Kazimî ji bo gotûbêjkirina kirîna çekên Fransî diçe Parîsê

Kazimî ji bo gotûbêjkirina kirîna çekên Fransî diçe Parîsê

A+A-

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, biryar e meha Cotmehê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Parîsê bike û bi rayedarên Fransayê re li ser bihêzkirina peywendiyên her du welatan gotûbêjan bike ku mijara sereke kirîna çekên Fransî ye.

Fuad Husên di daxuyaniyeke rojnamevanî de destnîşan kir ku kirîna çekên Fransî li gor daxwaza Artêşa Iraqê, dê bibe mijara sereke ya civînan û diyar kir; yek ji armancên serdana şanda Iraqê bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo welatên Ewropayê dê daxwaza çavdêriya Ewropî bike ji bo hilbijartinên meha Hezîrana 2021ê. Herwiha ji welatên Ewropayê jî daxwaz bike ku navê Iraqê ji lîsteya welatên fînansorên terorê derbixin.

Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand ku xwesteka Bexdayê ew e ku peywendiyên xwe yên ligel Fransayê bihêz bike, çendîn projeyên aborî jî dê werin gotûbêjkirin, bi cûreyekê ku kompaniyên Fransî bi mebesta alîkariya Iraqê projeyan encam bidin, ku ji projeyên jêrxana aborî û xizmetguzarî û sektora enerjî û petrolê pêk tê, herwiha di warên asayîş û serbazî de jî.

Li ser çêkirina santrala atomî jî bi mebesta aştiyê, Fuad Husên eşkere kir ku ev mijar ji aliyê Mistefa Kazimî ve hatiye pêşwazîkirin ku armanca wê berhemanîna elektrîkê ye bi piştevaniya Fransayê, lê ev mijar bertekên navdewletî li pey xwe tîne û mijareke hêsan nîne, herwiha rewşa darayî jî guncaw nîne ji bo vê pêngavê, ku ji bo çêkirina wê, 10 milyar dolar pêwîst e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin