Karwana ewil ya hecîyên Kurdistanî vegerîyan

Karwana ewil ya hecîyên Kurdistanî vegerîyan

Karwana ewil ya hecîyên Kurdistanî îro ji Siûdiyê gihişt Herêma Kurdistanê. Di karwanê ewil de ku 417 hecî, gihiştin balafirxaneya Silêmaniyê.

A+A-

Karwana ewil ya hecîyên Kurdistanî îro ji Siûdiyê gihişt Herêma Kurdistanê. Di karwanê ewil de ku 417 hecî, gihiştin balafirxaneya Silêmaniyê.


Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî yê Herêma Kurdistanê Nebez Ismail ragihand ku îro qonaxa vegera heciyên Kurdistanê ji Siûdiyê bo Kurdistanê dest pê dike.


Nebez Ismail aşkere kir ku di karwana yekem de 834 hecî vedigerin Herêma Kurdistanê .

 Herwiha geşta duyem ya heciyên Hewlêrê ye ku dê saet 16.00an bi rê bikeve û saet 18.30an jî ew karwanê heciyên Kurdistanê digihije Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ku hejmara wan heciyan 417 hecî ne.

Nebez Ismail amaje bi wê jî kir ku geştên wan bo vegerandina heciyên Kurdistanê heya 29 Tebaxê dê berdewam bikin.

Îsal zêdetirî 7 hezar heciyên Kurdistanê berê xwe dane Erebîstana Siûdiyê bo ku ferîzeya hecê cîbicî bikin.

Herwiha 103 heciyên ji Rojavayê Kurdistanê jî, bi rêya balafirxaneyên Herêma Kurdistanê çûn Mekkeyê û ew jî dê li gel wan karwanan vegerin Herêma Kurdistanê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin