Karûbarên pêkanîna Navenda Operasyonên Hevbeş destpê kirine

Karûbarên pêkanîna Navenda Operasyonên Hevbeş destpê kirine

Li Rihaya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya karûbarên pêkanîna ''Navçeya Aram'' li bakurê Sûriyê de, karên ‎pêkanîna ''Navenda Operasyonên Hevbeş'' destpê kirin.‎

A+A-

Li Rihaya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya karûbarên pêkanîna ''Navçeya Aram'' li bakurê Sûriyê de, karên pêkanîna ''Navenda Operasyonên Hevbeş'' destpê kirin.

 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê daye ku bi armanca avakirina ''Navçeya Aram'' li bakurê Sûriyê karûbarên pêkanîna jêrxana ''Navenda Operasyonên Hevbeş'' bi hevahengiya ligel Amerîkayê berdewam in.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, bi hatina şandeke şeş kesî ya Amerîkî bo bajarê Rihayê, karûbarên jêrxana pêkanîna Navenda Tevgera Hevbeş destpê kirine.

 

Roja Duşemê 12ê Tebaxê di çarçoveya rêkeftina navbera Tirkiye û Amerîkayê de li ser Navçeya Aram, şandeke leşkerî ya Amerîkayê ku ji şeş kesan pêkdihat, gihiştibûn parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê.

 

Amerîka û Tirkiye roja 7ê Tebaxê piştî 3 roj ji civînên şandên leşkerî yên herdu welatan li Enqerê, ragihandibûn ku ew li ser “avakirina navçeya aram bi hev re” û “damezrandina navendeke hevbeş bo hevahengî û birêvebirina karên damezrandina navçeya aram” li hev kirine.

  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin