Karin Lannby  Dixwaze Here Kurdistanê

Karin Lannby Dixwaze Here Kurdistanê

Rohat ALAKOM

A+A-

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

                                       rohat-1-002.jpg

                                                             Karin Lannby û İngmar Bergman

Îsal li Swêdê û li hemû cîhanê 100 saliya bûyîna rejîsorê fîlm û şanoyan, nivîskarê swêdî yê navdar İngmar Bergman(1918-2007) tê pîroz kirin. Di derbarê jîyan, kar û berhemên wî de gelek tişt îsal tên nivîsîn. İngmar Bergman ji nîv sedsalî zêdetir e mora xwe li dîroka çand swêdî (şano, fîlm û edebîyat) xistiye. Ne tenê wî berî sê salan bi wêneyê xwe 200 lîrayê swêdî xemiland.[1] Hikûmeta Swêdê di sala 2017an de biryar da ku 13 mîlyon kron alîkariya 100 Saliya Pîrozahiya Sala Bûyîna Bergman (2018) bike bona mîrateya wî ya çandî û hunerî baştir li cîhanê bê nasandin.[2]

 

Karin Lannby

Dilketiya pêşîn a İngmar Bergman

Herwiha jîyana wî ya şexsî bala çapemeniyê û lêkoleran kişandiye.[3] Jîyaneke İngmar Bergman ya bibager hebûye. Rejîsorê navdar 5 caran zewiciye. Çend dilketiyên wî jî çêbûne. Yek ji wan jî Karin Lannby (1916-2007) bûye. İngmar Bergman û Karin Lannby di navbera salên 1940-1941an de li Başûra Stockholmê li ser kuçeya Tavasgtanê di xaniyekî piçûk de bi hevra mane. Karin Lannby, dilketiya wî ya pêşîn tê hesibîn. Di salên xwe yê ciwaniyê de Karin Lannby dîtinên çeprevîn parastiye û tevî tevgerên çep bûye. Wek rojnamevan jî hatiye nasîn. Keseke jîr û bi cesaret bûye. İngmar Bergman di bîyografîya bi navê Laterna Magica de wê wek Maria bi nav dike. Ew dîyar dike ku Karin Lannby di nav tevgera xwendekaran de keseke navdar bûye. Wê, demekê dîroka edebîyatê xwendiye, pirtûkeke helbestan jî weşandiye.[4]  Paşê di çend şano û fîlmên İngmar Bergman de wek hunermend dilîze. Wek mînak di sala 1940îde de dema şanoya August Strindberg a bi navê Pelikanen hatiye lîstin İngmar Bergman rola sereke daye Karin Lannby. İngmar Bergman berî mirina xwe di fîlmekî dokumenter de qala vê dilketiya xwe ya pêşîn dike. Di fîlmê dokumenter ku îsal di Televîzyoan Swêdê de hate weşandin İngmar Bergman vê xanimê wek keseke balkêş, zane û jêhatî dinavîne. Karin Lannby herwiha almanî, îngilîzî, îspanî û fransî gelek zimanên biyanî zanibûye.[5] Dema İngmar Bergman di sala 1947an de fîlmê xwe yê bi navê Kvinna utan ansikte kişandiye diyar kiriye ku wî bi rola Ruth Köhler xwestiye jîyana Karin Lannby nîşan bide.

 

Casûseke navdar

Angorî dokument û çavkaniyên ku paşê derketine holê Karin Lannby di Şerê Cîhanê yê Duwem de wek casûs jî kar kiriye.[6] Di navbera salên 1939-1945an de dema Şerê Cîhanê yê Duwem berdewam kiriye Karin Lannby li Stockholmê bi gelek dorber û kesên biyanî re ketiye têkiliyan, têkiliyên bi telûke û xeter. Di van salan de Stockholm bûye navendeke casûsîyê. Gelek dîplomat, rojnamevan û penaberên polîtîk li Stockholmê berhev dibin. Casûsan ne tenê têkiliyên welatan ligel welatan kontrol dikirin herwiha li pey hev ketibûn, hev jî pêkol dikirin. Gelek ji wan jin bûn. Karin Lannby bi dizî dikeve nav refên komên dijber û di vî warî gelek jêhatî bûye. Bona berhevkirina agahiyan ketiye dilqên gelek rolan. Bi taybetî “Rola evîndaran” baş lîstiye. Gelek caran ligel polêsê swêdî kar kiriye. Di arşîva Îstîxbarata Leşkerî û Dezgehê Ewlekariyê de bi sedan raporên ku Karin Lannby amade kirine hene. Jimara van raporan gîhiştiye 1700 rûpelen. Di van raporan de bi navê “Annette” tê nasîn. Wek casûs dualî kar kiriye. Hin hêz û kesên din şik birine ser wê wekî ew alîkara Almanyayê ye. Haya İngmar Bergman ji casûstiya Karin Lannby çênabe. Bi kurtî Karin Lannby bona İngmar Bergman têderxistinok (sfinx) bûye.[7] İngmar Bergman û Karin Lannby herdu jî di sala 2007an de dimirin.

 

Karin Lannby

Salvatore Giuliano dibîne

Karin Lannby di sala 1948an de diçe Îtalyayê. Dema li Îtalyayê dimîne li wir fêr dibe ku keleşekî (rêbir) bi navê Salvatore Giuliano (1922-1950) li serê çîyan li hemberî hêzên fermî serî rakiriye. Salvatore Giuliano kesekî xweşik û lihevhatî bûye. Keleşekî romantîk hatiye navandin. Gelek bala çapemeniya cîhanê kişandiye. Li Sîcîlyayê tu keleş qasî wî nehatine nasîn. Di sala 1943an de dema bi rojekê sîyarî rêwitiyekê dike rastî du cendirmeyan tê. Ew cenderme dixwazin Salvatore Giuliano xûrca xwe veke. Lê belê Salvatore Giuliano naxwaze, dema cendirme nêzîkî wî dibin, ew tebançeya xwe derdixe yekî ji wan dikuje û bi çargavî dibeze diçe şopa xwe winda dike. Ji sala 1943an heta sala 1950yî li serê çîyan di şkeftan de maye. Bi şerê xwe yê li hemberî dewlemendan hatiye nasîn, piştgirtiya gundî, xizan û belengazan kiriye. Salvatore Giuliano bi edelata xwe navdar bûye. Di dawiyê de bûye kesekî hezkirî.

Heta wê demê kêm kesan xwe gîhandiye Salvatore Giuliano û ligel wî hevpeyvîn kirine. Dema Karin Lannby vê yekê fêr dibe biryar digre ku herê serê çîyan Salvatore Giuliano bibîne û ligel wî rûnê hevpeyvînekê amade bike. Piştî gelek hewldayîn û tengasiyan ew xwe dighîne vî keleşê sîcîlyayî. Li bal wî sê rojan dimîne. Angorî agahiyên rojnameyan di navbera wan de evîn û romansek jî derbas bûye. Piştî vê bûyerê Karin Lannby dîyar kiriye ku Salvatore Giuliano tu wext xwe bi zindî nade destê polês. Dema ew vedigere vê hevpeyîna xwe di çapemeniya îtalyayî de belav dike. Ev yeka wek nûçeyekê gelek deng dide. Polêsê Îtalyayê wê digre û Karin Lannby qasî mehekê di zindanê de dimîne.[8] Piştî berdana xwe êdî tu car naçe Swêdê, heta mirina xwe jî li Fransayê dimîne. Karin Lannby li Fransayê bi navên din tê nasîn: Maria Cyliacus û Maria Bouyer. Sî sal derbas dibin rojnamevaneke swêdî şopa Karin Lannby li Fransayê serrast dike û diçe wê li Parîsê dibîne.[9]

Salvatore Giuliano di roja 5/7 1950yî de ji aliyê hêzên ewlekariyê de tê kuştin.[10] Jîyana wî bûye mijara çend fîlm, opera û romanan jî. Fîlmê bi navê Salvatore Giuliano di sala 1962an de hatiye nîşan dan. Nivîskar Mario Puzo di romana xwe ya bi navê Sîcîlyayî de qala vî keleşê îtalyayî dike. Ev romana ku di sala 1984an de derketiye, di sala 1987an de dibe mijara fîlmekî ku jîyana Salvatore Giuliano derdixe ser perda spî.

 

rohat-2.jpg

Salvatore Giuliano

 

Karin Lannby

Dixwaze Here Kurdistanê (1949)

Dema Karin Lannby di sala 1948an de ji girtîgehê hatiye berdan wê xwestiye pêşiyê di derbarê Salvatore Giuliano pirtûkekê binivîse û paşê macerayên xwe berdewam bike. Dema rojnamevan jê dipirsin vê carê ew ê berê xwe bide kîjan welatî, wê bi çavekî ken wiha bersîva wan daye:  “Ez ê berbi Kurdistanê herim ku li ser sînorê Tirkiye, Iraq û Îranê dimîne. Tê gotin ku li wir keleşên şahane, nedîtî hene”. Rojnameya Svenska Dagbladetê ev nûçeya bi sernivîsa “Li Kurdistanê keleşên nedîtî hene” belav kiriye.[11] Rojtira din kesekî ku ev nûçeya xwendiye bi sernivîsa "Keservedana dilê jinan" nûçeyê dinirxîne, rexne dike. Dîtinên xwe bi çend rêzan wek helbestekî ligel wêneyê keleş û jinekê belav dike. Di vê helbestê de wiha tê gotin: “Niha ez ê herim Kurdistanê/Û rastî kurtisaneke xweş bêm/Bona ku li wir, wêderê dimîne/ Klaneke narîn ya keleşan/Wek ez hêvî û bawer dikim”. [12] Peyva kurtisan ku li vir derbas dibe normal bi wateya jinên ku alîkariya jinên asilzade dikin yan jî jinên xwe difroşin hatiye bi kar anîn. Ev peyv divê ji devê kesekî mêrîn derketa. Li vir kesê ku ev nivîs şandiye xwestiye di navbera peyvên Kurdistan û kurtisan de kafîyekê pêk bîne. Ev gotinên Karin Lannby ku heyraniyeke berbi Kurdistanê tînin zimîn di rojnameyeke din de hêrsa xwendevanekî aniye: “Jinên swêdî yên dînik mecbûr in herin Kurdistanê bona keleşan bibînin. Bi rastî ev çi dinyake sekiniye em lê dijîn”.[13]

 

 rohat-3.jpg

Maria Cyliacus (Karin Lannby) dixwaze here Kurdistanê

Svenska Dagbladet, 15/5 1949

 

Ev tevgera vî xwendevanê swêdî bûyera xalîçeyekî kurdî tîne bîra me. Di sala 1911an de li Berlînê pêşangehek vedibe. Di beşa Swêdê di odeyeke şahane de xalîçeyekî ji Kurdistanê wisa nerm hebûye ku dengên gavên beşdaran yekcar mijandiye, kişandiye hundirê xwe.[14] Di derbarê vî xalîçeyî de rojtira din xwendevanekî mereqdar nameyekê ji rojnameyê re dişîne û gelek meraq dike gelo çima di pêşangeheke swêdî de xalîçeyekî kurd hatiye raxistin û nîşan dan. Xwendevanê swêdî dijî raxistina vî xalîçeyê kurd derketiye. Vî kesî herwisa nivîsîye ku baş bûye Kurdistan wek welat di pêşangehê de beşdar nebûye, wê demê vê yekê dikaribû serêşî bona swêdiyan peyda bikira.[15]

 

Romantîzekirina welatê kurdan

Çawa me li jor dît Karin Lannby li ser rê ye û berê xwe daye Kurdistanê. Lê belê em tam nizanin gelo vê xanima swêdî di rastiyê de ev sefera xwe ya Kurdistanê pêk aniye yan na? Tiştê ku zêdetir bala me dikşîne ser Karin Lannby mijara ew çawa bûye heyranê Kurdistanê ye, Kurdistana ku di sedsalên kevn de her wek “Kurdistana Hov” hatiye nasîn û navandin. Di sala 1907an de wek mînak vê carê di çapemeniya swêdî bi navê Serpêhatiya Jineke Swêdî li Kurdistana Hovtirîn nivîseke dirêj tê weşandin.[16] Di nivîsê de qala Elin Sundvallê tê kirin ku bi salan di nav kurdên êzîdî de maye, bûye heyranê wan. Pisporê şkeftan Leander Tell, di nivîseke xwe de dema qala kurdan dike wiha dibêje: “Hertim heyraniyeke şexsî di derbarê vî gelê orjinal, hov û neşkestî de li bal min peyda bûye û ez tu wext fam nakim em çima lehengên xwe yên macerayê hertim ji nav çanda Rojavayê hildijbêrin”.[17] Leander Tell dîyar dike ku wî gelek agahî ji du hevalên xwe yên ji bajarê Lundê wergirtine ku herdu jî çûne Kurdistanê li wir geriyane, lêkolîn pêk anîne. Yek ji wan Lars Teodor Hylander, yê din wek Tell, pisporê şkeftan Kurt Lindberg e.

 

[1] Bankeya Neteweyi ya Swêdê di sala 2015an de 200 lîreyê bi kaxiz derxiste pîyaseyê. Di rûyê pêşîn de wêneyekî hunermend İngmar Bergman, di rûyê paşîn de dîmenekî bajarê (Fårö/Gotland) heye ku Bergman lê hatiye dinê cêh girtiye.

[2] Regeringen vill mångmiljonsatsa på Bergman, Göteborgs-Posten, 18/9 2017.

[3] Thomas Sjöbergs, Ingmar Bergman- En berättelse om kärlek, sex och svek, 2013. 

[4] Karin Lannby, Cante Jondo, 1937.

[5] Bergmans början: ilska kärlek magknip: Lördag 3/3 kl 19.05 i SVT2.

[6] Tore Pryser, Kvinnliga spioner. Agenter i Norden under andra världskriget, 2009.

[7] En sfinx, en gåta, Dagens Nyheter, 15/11 2007.

[8] Anders Thunberg, Karin Lannby-Ingmar Bergmans Mata Hari, 2009. Nivîskar Anders Thunberg di vê pirtûka xwe de Karin Lannby dişibîne hunermendeke hollandî ya dansê Mata Hari (1876-1917) ku Şerê Cîhanê yê Yekem de bona hesabê Almanyayê casûsî kiriye. Mata Hari di sala 1917an de li Fransayê tê gulebaran kirin.

[9] Banditkungens fånge-Mött henne idag, Expressen, 26/10 1989.

[10] Bandithövdingen Giuliano skjuten vid eldstrid med polisen i morse, Expressen, 5/7 1950.

[11] Underbara banditer finns i Kurdistan, Svenska Dagbladet, 15/5 1949.

[12] Suck ur kvinnohjärta, Svenska Dagbladet, 16/5 1949.

[13] Krönikan, Aftonbladet, 15/5 1949.

[14] Turistutställningen i Berlin, Svenska Dagbladet,1/4 1911.

[15] Från utlandet-Turistutställningen i Berlin, Svenska Dagbladet, 5/4 1911.

[16] En svenska på äfventyr i vildaste Kurdistan, Dagens Nyheter, 28/5 1907.

[17] Leander Tell, Frågan om kurderna, Östgötlands folkblad, 17/7 1963.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin