Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahîr Elçî strana ‘Hewar’ parve kir

Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahîr Elçî strana ‘Hewar’ parve kir

.

A+A-

Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Serokê Baroya  Amedê Tahir Elçî yê 5 sal berê li Sûrê hat qetilkirin,  strana “Hewar” li ser medya înternetê parve kir. 

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçi di 28'e mijdara 2015’an de li ber Mînareya 4 ling a Sûra Amedê dema daxuyanî dida bi êrîşa çekdarî re rû bi rû ma û hat qetilkirin. Kardeş Turkuler, piştî 5 salan ji bo Tahir Elçî bibîr binin, strana bi navê "Hewar" nivisandin û li ser medya înternetê parvae kirin. Koma Kardeş Turkuler bi navê Hewar stran parve kir. 

 

Gotinên stranê yên bi kurdî wiha ye: 

 

Dema dibû payîz 

 

Qûling di hatin ba te ref bi ref 

 

Ji ezmana keder dibarîya 

 

Erd dibû hewar hey hewar 

 

Dema dibû bûhar 

 

Qûling vedigerîyan dîsa ref bi ref 

 

Ji ezmana dîsa keder dibarîya

 

Erd ju nûvde dibû 

 

Hewar hey hewar 

 

Payîz deme ku wendabu 

 

Ezman tu bû 

 

Erd tu bû 

 

Qûling ez bûm 

 

Qûling di ezmanande wendabu 

 

Ezman tu bû

 

Erd tu bû

 

Qûling ez bû. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin