Kanada 20 hezar penaberên Efxanî werdigre

Kanada 20 hezar penaberên Efxanî werdigre

.

A+A-

 Hikûmeta Kanadayê ragihand ji wan kesên ku ji aliyê Talîbanê ve gef li ser jiyana wan heye. Ev pêngava Kanadayê di demekê de ye ku Talîban di pêşketinên xwe yên dijî hêzên hikûmî yên wî welatî de berdewam e.

Wezîrê Koçê yê Kanadayê Marco Mendicino di civîneke çapemeniyê de ragihand ku rewş li Efxanistanê gelekî xirab e û welatê wan bêdeng namîne. Mendicino got, biryara wergirtina penaberan, pêşengên jin, çalakvanên mafên mirov, karmendên hikûmetê, kêmîneyên olî, rojnamevanan, endamên civaka hevzayend û lezbiyen li xwe digre.

Mendicino herwiha da zanîn ku yekem firokeya penaxwazên Afxanî roja Înê gihiştiye Toronto ya paytexta Canadayê.

Bi pêşketina Talîbanê ber bi Kabûlê, hikûmeta Kanadayê hejmarek karmendên xwe ji wî welatî vekişandin û amade ye hemû karmendên xwe yên din jî vekişîne eger Talîban dest bi kontrolkirina Kabulê bike.

Berî niha hejmarek welatên Ewropî, wek Îspanya, Denmark, Norwêç û Holandayê ragihandibûn ku wan dest bi vekişandina karmendên balyozxaneyên xwe ji Efxanistanê kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin