Kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê eşkere bû

Kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê eşkere bû

.

A+A-

Serokomarê Recep Tayyîp Erdogan careke din wek Serokomar hat hilbijartin lîsteya kabîneyê eşkere kir.

Recep Tayyîp Erdoganê ku di hilbijartinên serokomariyê de bi ser ket, li parlamentoyê sond xwar û bi fermî dest bi wezîfeya xwe kir.

Erdogan piştî sondxwarinê ya li Beştepeyê cara ewil axivî û diyar kir ku ew dê îşev kabîneya nû ya ku wek Encûmena Wezîran tê zanîn eşkere bikin.

Kabîneya nû ya Serokomariyê ev e:

Cîgirê Serokomarê Tirkiyê:  Cevdet Yilmaz

Wezareta Dadê yê Tirkiyê: Yilmaz Tunc

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî: Mahinur Ozdemir Goktaş

Wezareta Kar û Ewlekariya Civakî: Vedat Işikhan

Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê: Mehmet Ozhasekî

Wezareta Derve: Hakan Fidan

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî: Alparslan Bayraktar

Wezareta Ciwanan û Werzişê: Osman Aşkin Bak

Wezareta Xezîne û Darayî:  Mehmet Şîmşek

Wezareta Navxweyî: Alî Yerlîkaya

Wezareta Çand û Geştyariyê:  Mehmet Nûrî Ersoy

Wezareta Perwerdehiyê:  Yusuf Tekin

Wezareta Berevaniyê: Yaşar Guler

Wezareta Tenduristiyê: Fahrettin Koca

Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê: Mehmet Fatih Kacir

Wezareta Çandinî û Daristanan: Îbrahîm Yumaklî

Wezareta Bazirganiyê:  Omer Bolat

Wezareta Gihandin û Binesaziyê: Abdulkadir Uraloglu

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin