JİNÊN EFSANE!!!

JİNÊN EFSANE!!!

Agirê dilê evîndaran nêvî hiştin. Berê mêran dan rîya çûn û nehatinê, zarok sewî, jin bê mêr hiştin. Bê ehlaqîya xwe nedîtin, bi ucdanê xwe wekî hemî caran nehisîyan û guhdarî nekirin.

A+A-

baki-wene-1.jpg

Mamoste Baqî

Dîmena meydana kampa Qûştepe bi wê topkirina belengazên mêr û jinên Barzanîyan, hemî tiştên mirovahiyî bin erd û wenda kir.

Bi berbanga sibehê tarî şikestibû û der dor hedî hêdi bi nêzîkîya derketina rojê ruhnî dibû. Lê ew ronî, hezar caran bi qurbana tarîya şevê bûya!

Wê rojê ji helwestên celladên Seddamê xwînwar, xwuya dikir ku, baldarîya leşkerên dev bixwîn wê vê rojê ji rojên dine cudatir bikirana. Tirsê, mîna ewrên reş girtibû ser kampê. gupe gupa dilê dayik û bavan, ciwanan, keçan û zarokan bû. Dengê pîspîskên zorbeyan, hawara jinan ber bi ezmana de difirîya.Wê rojê bi hezaran zarok bê bav, bi hezaran jin bê mêr, diman. Ev ne şer bû, zordestîya bê ehlaqî, bê namûsî , binerdkirina mirovan bi saxî bû. Gerdûn bê helwest bû, rayedarên dinyayê guhên xwe kerr, çavên xwe girtibûn.

Agirê dilê evîndaran nêvî hiştin. Berê mêran dan rîya çûn û nehatinê, zarok sewî, jin bê mêr hiştin. Bê ehlaqîya xwe nedîtin, bi ucdanê xwe wekî hemî caran nehisîyan û guhdarî nekirin. Dîktatorê çerxabîsta Seddamê cellad û ne mirov biryar dabû, agir berdabû deşt û çîya.Hewar bû xwîna Kurdan dirijîya. Biryara tevahîya kuştin û tunekirina mêrên Barzanîya û kurdan bû.

Mirovên li kampê îşev xewnên xerab û bê dawî ditibûn.Tabîra xewnên wan, heta hetahîyê berevajîya hestên wan, rewşa wan, şefqeta bavên wan, negihiştina keç û xortan û di tevahîya jîyanê de pîrekên ku jinbî mabûn.

Bê lome be, hawara Xwedê!.. ev çi demek xerab, ev çi biryarek ne mirovahî ev çi bê heyayî û bê namûsî bû. Qet şerm nekirin. Bavên wan, dayikên wan, mendalên wan di bîra wan de nehatin. Sîravka marên reş xwaribûn. Birçîyên termen mêrên  Barzanî û kurdan bûn. Guregura dengê çekan li ser nişangehên wan bû.Wê rojê qêrînîya zarokan li derdora deşt û çîya belav dibû.

Xwezika ew şev bi dawî nehata û nebûba roj û wê şeva çarûnasa, mal li mîratê gerandin, roj derneketa û wan bêbexta rohnî nedîta.

Wê rojê deryaya hêsiran, li kampê hate kolandin. Bi tirimbêlên leşkerên bê ar û bê ûcdan bi rîya çûn û nehatinê de mirovên bê guneh û bê çare, çûn û çûn. Hêvî bi hêvîya re herikîn, hesretên bê dawî li deşt û çîyan hatin çandinî.Tevahîya zarokan, bê hestên bava man, keçên nuh zewicî di tevahîya jîyana xwe hustuxwar û bê hêvî li bende mêrên xwe man.

Gelo piştî wê demê Şemendîfer ji teref Basrayê û Bexdayê wê bi rê keta û bavên bi kul bigihiştana zarok û jinên xwe. Keç wê bigihiştana miradên xwe. Piştî wê demê hêvî li benda hevîya man. Mîna fargonên şemendîferê bi dû hev de mêşîyan.

Ji zarokên 9 salî û  mezintir hemî birin- Di vê bûyera qirêj de tam 8000 zilamên Barzaniyan birin û yek ji wan venegeriyan malên xwe.

Piştî vê karesetê êdî li devera Barzan jinên Barzaniyan weke adeta kurdî reş girê dan û gotin; ”heta zilamên me, zarokên me, ap û xalênên me neyên em ê her reş girêdayî bin”.

Ji roja wendakirina mêrên Barzanîya û hetanî vê rojê ew reş girêdan berdewame. Di vê rêya bê çaretîyê de tevahîya 8000 mirov bi şêweyek ku agir berra dilê mirovan dide, bi rojan tî û birçî dimînin û piştra bi saxî tên binerdkirin.Miraz bê dawî û bê hevî dimînin.

Van nemirovên ku biryara vê jenosaidê dan, nehatin dadgehkirin.Van nemirovên cellad û rayedarên vî karê qirêj çendîn hatin tesbîtkirin? Çendîn ji van kemtîyara gihiştin dojehê bi saxî? Her sal 31 Tîrmeh 1983an kê, ev neheqî di bîra xwe de anî? Kê li zarokên piştî bavê xwe hatin dinyayê pirsî? Kê li derunîya keçên nuh zewicî guhdarî kir? Kê dayikên hustuxar di bîra xwe de anî? Kî zane ku di kempa Qûştepe çi qewimî? Çend peykervana ji bo ku ev keraset neyê jibîrkirin li kîjan hereman peyker bi kar anîn? Çendîn lêkolîn hatin kirin û li cîhanê belavbûn.Çend rewşenbîrên navdar ev bar li ser milên xwe danîn. Çendîn lêkolîner bi şêweyek şoreşgerî dinava Barzanîyan gerîyan û bi çend jinên enfalê ra hevpeyvîn kirin?

Piştame li ber bayê kur, pêşîyame zivistan. Em bendewarê hêvîyên dur û dirêjin, çav li rê ne. Malîno û birano, em bawerin ku hesretên dayika û mirazên jinên ciwan û rondikên çavên zarokên me, wê bi dawî bibin.û birîna hinava penceşêra meyê derman bibe. Di vê rîya dûr û dirêj de, em wekî her kurdên hestîyar bejna xwe li hember dayîkên enfalê ku her yek ji wan efsaneyên rêya azadîyê ne, ditewînin û ê ku çûnin ser oxira xwe, bi rehmeta Xwedayê mezin wan bi bîr tînin

Têbinî: Dema min romana nivîskarê Kurd Bûbê Eser ya li ser 8000 enfalê Barzaniya ya bi navê ”Barzan Digirî” werdigerand bi zimanê tirkî ez jî her bi wan malbatan re, digiriyam. Lê bi wî girî û qahrê min wergera wê qedand û hêvîdarim xwendevanên tirkî wê vê bixwnin da ku enfal çi bû bizanibin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin