Jineke Kurd li Almanyayê hat xelatkirin

Jineke Kurd li Almanyayê hat xelatkirin

Projeya jineke Kurd a ji Başurê Kurdistanê li Almanyayê di nav 53 projeyên cuda de hat xelatkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Xaletekî taybet bo perepêderên behreyan li Almanyayê her sal tê belavkirin. Ji 53 bajar û ji 53 projeyên cuda, salane 5 xelat tên dayîn û yek ji wan ya şêwaya xelka Başurê Kurdistanê ye.

Şêwa Hîwa Ehmed di 16 saliya xwe de çûye Almanyayê û civaknasî xwendîye. Şêwa bûye karmenda şaredarîyê li bajarê Duisburg û bo maweyê 10 sal e li dibistaneke Almanyayê projeyekê bo pêşvebirina asta xwendinê û çareserîya kêşeyên xwendekarên polên 8, 9 û 10 dike.

Şêwa dibêje, Almanyayê hembêza xwe bow ê vekiriye û ew dixwaze tiştê ku li vê derê fêr bûyî ji wê tişta ku dizane bide civaka vî welatî.

Bavê Şêwayê helbestvanekî naskirî yê xelkê Silêmaniyê ye û ew û hevjîna wî bi serkevtina keça xwe serbilind in.

Bavê Şêwayê, Hîwa Salih dibêje,  ew bi keça xwe serbilind e û şanazîyê pê dike ku xizmeta zarok û gel dike.

Dayika Şêwa, Nîştîman Salih jî dîyar dike ew bi wê serbilind in ku weke Kurdek keça wan li Almanyayê gihiştiye vê astê.

Rêkxerên Xelata ‘Ruhr Metropole’ ku xelateke taybet e bi projeyên fêrkirin û perwerdeyê, dixwazin her kesek du ji bawernameyan derfeta fêrkirinê jê re bê dayîn.

Yek ji wan rêkxeran dibêje, “Herkes li gor hêza herî dibe hatibe fêrkirin. Ne girîng e bawername hebe, pîşeyek hebe yan jî li zanîngehê xwendibe. Her kes li gor derfet û behreya xwe kar dike. Pêwîstîya me bi gelek kesan heye ku behreyên xwe pêş bixin weke Şêwayê û dibe ew jî ji wan kesan be ku amajeyeke durist bide di van sê salan de heta ku serkevtî be.”

Xelata ‘Ruhr Metropole’ li gel danpêdana projeyên serkevtî yên perwerde û fêrkirinê, di gel de jî 25 hezar Euro hene.

Çavkanî:Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin