Jina Kurd a ji Rojava li Almanyayê Nîşana Rûmetê wergirt

Jina Kurd a ji Rojava li Almanyayê Nîşana Rûmetê wergirt

.

A+A-

 Jineke kurd a ji Rojavayê Kurdistanê roja Înê ji bo piştgiriya wê ya ji bo penaberên jin xelata Rûmetê ya Almanyayê wergirt.

Jina Kurd Bejîn Hesen a 29 salî, ku ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, ji bo projeya xwe ya fêrkirina zimanên biyanî li ser Facebookê, di Cotmeha 2020an de xelata Şêwirmenda Almanyayê  wergirt. Ev xelat ji aliyê Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ve hat dayîn.

Roja Înê jî, Nîşana Rûmetê ya Komara Federal a Almanyayê ji aliyê Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ve bo Bejîn Hesen hat pêşkêşkirin.

Jina Kurd li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê wergirtina xelatê de daxuyanek belav kir û got “Serokkomarê Federal ê Almanyayê liyaqata min a ji bo piştgirîya "Tevlîbûna di Civaka Koçberan de" rûmetdar kir. Ji bo min rûmeteke mezin e ku min xelata rûmetê ya Almanyaya Federal wergirt.”

Ofîsa Entegrasyonê ya Almanyayê di tweetekê de got ku Bejin Hesen xelat wergirtiye ji ber ku ew "piştgiriyê dide penaberên jin dema ku tên Almanyayê."

Bejîn Hesen di sala 2014an de piştî ku zanîngeha xwe li paytexta Sûriyê Şamê qedand, çû Almanyayê. Mîna bi mîlyonan Sûriyeyiyên din, ew ji aloziyên li welêt ên ku di sala 2011an de destpê kiribûn derketin.

Bejîn roja Înê di twîteke xwe de got ku ew tenê bi çenteyê xwe giheştiye Almanyayê, lê “niha ez wek Kurdek li mala xwe ya nû ji Serokkomarê Almanyaya Federal Nîşana Rûmetê distînim! Çi rûmet û çi kêliya jiyanê ye.”

Herwiha Bejîn Hesen ji bo alîkariya penaberên jin yên li Almanyayê komeleya Veguhestina Zanistiyê ava kiriye.

Jina Kurd di beşeke din a tweeta xwe de wiha got “Bi taybetî ez vê xelatê diyarî jinên bakur-rojhilatê Sûriyê yên di bin bandora şer û terorê de ne dikim. Ez hêvî dikim ku ez bikaribim rê ji wan re hinekî asantir bikim ji ber ku piştî şer êdî tiştek hêsan nabe.”

( Rûdaw )

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin