Ji TTB’ê banga lezgîn: Bila nexweşxaneyên taybet pêşkêşî xizmeta xelkê werin kirin

Ji TTB’ê banga lezgîn: Bila nexweşxaneyên taybet pêşkêşî xizmeta xelkê werin kirin

.

A+A-

Konseya Navenda TTB’ê bang li Wezareta Tenduristiyê kir ku pêvajoya pandemiyê bi zelalî were birêvebirin û xwest rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê beşdarî pêvajoyê were kirin û nexweşxaneyên taybet pêşkêşî xizmeta xelkê werin kirin.

Konseya Navenda Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) têkildarî tevdîrên kêm ên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) daxûyaniyek nivîskî ya bi sernavê “Bagna Lezgîn Bo Wezareta Tenduristiyê: Nexweşxaneyên Taybet û Weqfan Bila Pêşkêşi Xizmeta Welatî û Cemaweriyê were kirin” belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin di serî de li bajarên wek Stenbol, Îzmîr, Enqere, Bûrsa, Kocaelî, Edene û li gelek bajarên mezin hejmara nexweşan zêde bûne û ji ber vê yekê serwîsên nexweşxaneyan tije bûne û li beşên venêrîna awarte cih nemaye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Wezareta Tenduristiyê ji destpêka pêvajoya pandemiyê ve rêjeya tijebûna venêrîna awarte kêm nîşan dide û wiha hat gotin: “Tabloyek pembe xêz kiriye. Rewş her roja ku diçe hin bêtir xetereyê dide û me bi mehan berê hişyar kiribû ku tsunamî wê biqewime. Li nexweşxaneyan rêjeya odeyên venêrîna awarte û serwîsan ji sedî sed tije bûye. Cihên li venêrina awarte yên gelek nexweşxaneyên cemaweriyê tije ne. Nexweş bi rojan li serwîsên lezgîn li benda cih ango nivînên venîrîna awarte disekinin. Nexweş bêyî ku tedawiyê bibînin û li venêrînên awarte werin razandin dimirin. Bi qasî ku li raya giştî belav bû li Batmanê ji ber cih li venêrîna awarte nebû, pitika salek û nivî Sakîne jiyana xwe ji dest daye. Mirina vê êşek mezin bi xwe re aniye. Ji ber hejmara kêm a kedkarên tenduristiyê û kêmasiya kelûpelên paqijiyê kedkarên tenduristiyê nexweş dikevin.”

 

‘NEXWEŞ NAYÊN QEBÛLKIRIN’

 

Di daxuuyaniyê de hat destnîşankirin ku her çiqas nexweşxaneyên taybet û weqfan wek “nexweşxaneyên pandemî” hatibin ragihandin lê bi qasî tê xwest hewcehî bicih nayê û wiha hat gotin: “Li gelek nexweşxaneyên taybet nexweşên Kovîd-19 nayên qebûlkirin. Heke werin qebûlkirin jî tenê nexweşên bijarte tên qebûlkirin.”

 

BILA DANE WERIN EŞKEREKIRIN

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de pêşniyaz li Wezareta Tenduristiyê û rayedaran hat kirin û hat xwestin daneyên venêrîna awarte bi xebatkarên tenduristiyê û civakê re bi zelalî were parvekirin û daneyên koronayê hemû bi zelalî werin eşkerekirin û danyên li nexweşxaneyên cemaweriyê û taybet û weqfan werin eşkerekirin. Her wiha hat gotin pêwîste Wezareta Tenduristiyê derfetên li nexweşxaneyên taybet û weqfan pêşkêşî îradeya cemaweriyê û welatiyan were kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin