Ji Tirkiyê 10 hezar milyoner koçî derve kirine

Ji Tirkiyê 10 hezar milyoner koçî derve kirine

.

A+A-

 Li gor rapora Saziya New World Wealth ku navenda wê li Efrîqaya Başûr e, di navbera salên 2016-2019an de 10 hezar milyoner ji Tirkiyê koç kirine.

Navenda New World Wealth a li Efrîqaya Başûr, rapora xwe ya bi navê “Koça Milyoneran” eşkere kir. Li gor raporê, li cîhanê milyoneran herî zêde ji Çîn, Hindistan û Tirkiyê koç kirine. Di navbera salên 2016 û 2019an de li Tirkiyê 10 hezar milyonerên dolaran, 13 hezar veberhêner û karsaz bi tevahî 23 hezar kesan koç kirine. Milyonerên dolaran ên ji Tirkiyê koç kirine herî zêde çûne welatên Brîtanya, Portugal û Maltayê. Milyoner û karsazan, ji bo mafê niştecîbûnê werbigrin bi milyonan dolar ji Tirkiyê veguhestine wan welatan.

Li cîhanê bi hezaran milyoner bi armanca wergirtina Golden Visa (Vîzeya Zêrîn) koçî welatê Ewropayê kirine. Çîn di koça Golden Visa de bi 4 hezar û 484 kesan di rêza yekem de cih digre. Bi 868 kesan Brezîlya di rêza duyem û bi 385 kesan Tirkiye di rêza sêyem de cih digre.

Li gor lêkolînê welatê Portugalê bi awayekî balkêş, li beramber wergirtina mafê niştecîbûnê pereyekî zêde wergirtiye. Bi armanca wergirtina mafê niştecîhbûnê bi bihayê 5 milyar û 37 milyon euro veberhênan li Portekîzê hatiye kirin.

Herwiha milyonerên Tirkiyê, li beramber wergirtina vîzeyê li welatên wek Malta, Yunan û Brîtanyayê milk kirîne yan veberhênan kirine.

Li gor lêkolîna Saziya Spotlight on Corruption ku navenda wê li Londonê ye, welatiyên Tirkiyê ji bo wergitina vîzeya Brîtanyayê heta 2 milyon sterlîn pere xerc dikin. Li gor lêkolînê 221 milyonerên Tirkiyê bi armanca wergirtina vîzeya Brîtanyayê li wî welatî bi milyonan dolar veberhênan kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin