“Ji ragihandina agirbestê ve 182 şervan şehîd bûn”

“Ji ragihandina agirbestê ve 182 şervan şehîd bûn”

General Mazlûm Kobanî ragihand ku Tirkîye û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve li ser êrişên xwe berdewam in û ji biryara agirbestê heta niha 182 şervanan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 30 hezar kes koçber bûne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî, li ser hesaba xwe ya Twîtterê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û herwiha êrişên artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar daxuyanîyek belav kir.

General Mazlûm Kobanî di wê daxuyanîya xwe de ragihandîye ku Tirkîye û ‘grûpên çekdar ên cîhadîst’ êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin û gotîye, “Her saetekê dest bi ser xakekê de digirin.”

Fermandarê HSDê biryara agirbestê bibîr xistiye û diyar kirîye, “Piştî peymana agirbestê ya bi rayedarên amerîkî re 182 hevalên me û bi dehan sivîl şehîd bûn, 30 hezar sivîl koçber bûn û 1100 kîlometre çargoşe hatîye dagirkirin.”

General Mazlûm Kobanî tekez dike ku HSD pabendî agirbestê bûye û ew jî bi mebesta parastina xelkê ji kuştin û koçberbûnê bûye û dîyar dike, “Programa serkevtî ya li dijî terorîstan û operasyonên hevbeşên me bo piştrastbûna ji têkbirina DAIŞ dest pê kiriye û niha jî em li gel hêzê Amerîkî bîrên petrolê diparêzin.”

Tirkîye li gel grûpên çekdar roja 9ê Cotmehê êrişeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin. Piştî bi 10 roj ji destpêkirina wê êrişê, di navbera Amerîka û Tirkîyê û herwiha Rûsya û Tirkîyê de derbarê agirbestê û rawestandina êrişan de rêkevtin hatibûn encam dan.

HSDê jî berî niha pabendbûna xwe ya bi wan agirbestan ragihandibû û lêbelê HSDê aşkere jî kiribû ku tevî wan rêkevtinan jî Tirkîye û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî di êrişên bo ser Rojava de berdewam in.

Li gor zanyarîyên ku HSDê belav kirine taybet jî li gundewarên Til Temir, Eyn Îsa û herwiha li nêzî rêya navdewletî ya M4 û li devera Ebû Rasên grûpên çekdar bi piştevanîya Tirkîyê ji asman û bejahî êrişan bo ser hêzên HSDê pêk tînin û hewl didin wan deverên ku dest danîne ser berfireh bikin.

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin