Ji Mem Ararat bo dersa Kurdî piştgirî: Zarokên xwe fêrî Kurdî bikin

Ji Mem Ararat bo dersa Kurdî piştgirî: Zarokên xwe fêrî Kurdî bikin

.

A+A-

Hunermendê Kurd ê navdar ê ji Bakurê Kurdistanê, Mem Ararat daxwaz kir, ku xwendekarên dibistanên navendî dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin û bang li tevahiya Kurdan kir ku bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin.

Mem Ararat derbarê dersa bijarte ya Kurdî de li ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek belav kiriye û piştgirî daye kampanyaya hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî li dibistanan.

Mem Ararat diyar kiriye, ku tenê dersa bijarte ya Kurdî têrê nake lê ew yek weke “pêşketinek” bi nav kiriye û gotiye, “Helbet ne bes e Kurdî tenê di nava dersên bijartî de asê bimîne lê ev yek dîsa jî pêşketinek e.”

Hunermendê Kurd, Mem Ararat destnîşan kiriye ku fêrkirina zarokan li ser zimanê Kurdî “berpirsyariyeke gelek giring e” û gotiye, “Divê Kurd bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin û wan fêrî Kurdî bikin. Ev berpirsyariyek e gelek giring e. Kurdî hilbijêr in lewma Kurdî ruhê kurdan î.”

Mem Ararat herwiha li bin vê twîta xwe haştega #KurdîHilbijêre jî nivîsandiye ku bi awayekî berfireh ji bo kampanyaya dersa Kurdî di torên civakî de tê bikaranîn.

Wî hunermendê Kurd herwiha roja Şemiyê 15ê Çileya 2022an di twitteke din de, vîdyoyeke konserta xwe ya li Stenbolê belav kiriye ku têde bi Kurdî distirê û li ser nivîsandiye, di wê konsertê de wî stranên Kurdî û kilamên hunermend û helbestvanên Kurd xwendine.

Mem Ararat wiha dibêje, “Li Stenbolê me û dostên xwe li ber agirê kilamên bi kurdî dilê xwe germ kir û ji xwe re bîranên bêhempa kom kir. Li Stembolê me û bi hezaran dostên xwe bi dilgermiya Seîd Yusiv, Miradê Kinê, Rênçber Ezîz, Eyşe Şan, Meyremxan, Mamlê, Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yusiv û hwd…”

Proseya tomarkirina navê zarokan ji bo dersên bijarte li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam e. Pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên sala perwerdehiyê ya 2022-2023an li dibistanên navendî yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê di 3ê Çileyê de dest pê kir û heta 21ê Çileyê berdewam dike.

Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku heya 21ê Çileya 2022an, serî li rêvebirîya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.

Ji îro ve heta 21ê vê mehê tenê 5 roj derfet mane ku xwendekar an malbatên dibistanên navendî, li dibistanên xwe an jî bi awayê online dersa Kurdî (Kurmancî, Zazakî) hilbijêrin.

Ji bo ku malbat û xwendekar dersên zimanê Kurdî hilbijêrin, ji gelek aliyan ve bang tê kirin û kampanya tên lidarxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin