Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ji Evîna Rojên Kevin (Semîra

A+A-

Tevî ku ez û wê ji du dinyayê ne wek hev, dijî hev in, ez ê di roja 5ê Nîsana 2021ê de pêşwaziya 27 saliya dûrketina me ji hev bikim..! Ew roja malwêran.. roja ku bi carekê re destê me ji hev hat birîn.. Kar û berxên me ji evîna dayika xwe dûr ketin û ji şîrê wê bê par man..! Ew roja ku kar û berxên me bi heyecan giriyan û xwe avêtin hembêza min û gotin; Yabo! Ka dayika me Semîra..?! Di wê roja Nîsanî de, gul û kulîlkên biharî xwe reş girêdan û serê xwe berdan ber xwe.. Çûk û çivîkan di hêlînên xwe de û li ser şaxikên daran stranên bi kul û xem gotin û ewrekî reş konê xwe di ser min, mirovên min, gundê min û bajarê min Qamişlo re vegirt..

  Xweş li bîra min e, berî wê rojê, me rojên xweş bi hev re derbas dikirin, me planên çak ji pêşeroja xwe û zarokên xwe re datanî û di nav re, eger hin caran dilê me ji hev dima, em li hev dihatin, me dilê xwe ji hev re vedikir û bi demê re em bibûn yek! Bi nerîna çavan me ji hev fam dikir..! Me hêlînek li gor xwe avakiribû.. me her sê xifş û her du berxên xwe têde xwedî dikirin.. Tevî astengiyên jiyanê, irf û adetên civakê, me bi deyax û vîneke mezin liberxwe dida û rojên xwe, li gor şîn û şadiya civaka xwe derbas dikirin..

  Di kêlîkekê de, min xwe tenê dît.. tenê dît! Piştî ku rêhevala min ji nişkekê ve, di wê rûdana trafîka malwêran de canê xwe ji dest da.. Ew roja ku em bi hev re ji Şamê, ji bo tenduristiya kurê xwe yê biçûk Celadet vedigeriyan malê, Qamişlo.. Piştî wê rojê, ez çûm dinyayeke din û her tişt di jiyana min de hat guhertin.. Min jî baweriya xwe bi irf û adetên civakê neanî ku, ez jineke din bînim..

  Erê, piştî koçkirina wê ketim berxwedaneke nû; zarok biçûk bûn, yê nesax ji ber encama rûdana trafîkê, bi ser halan ve bîrîndar jî bibû, guhdanek mezin jê re lazim bû.. Min, bi sebir û deyaxê zarokên xwe bi xwendin, perewerde û hilanîn û danîn mezin kirin, digel ku min yê biçûk 5 salan, wek dayikek dilovan, bi evîndarî xwedî û mezin kir..

  Di vê navê re, ez toşî gelek kelem û astengiyên civakî dihatim. Min nedivîbû kes bi çavê rehmê û belengaziyê li min û zarokên min meze bike, dilê xwe bi halê me bişewitîne û wiha min xwe dûrî wan dostên pitpitokî û têrştexalî kir.. Ewên ku wek Berberan ji aş û bajar ve nûçeyên xelkê dibêjin û nasekinin.. Min nikarîbû bi xelkê.. Min karîbû bi xwe.. Min divîbû ez û zarokên xwe û kul û xemên xwe bi hev re bimînin.. Wiha jî, min rojên xwe bi zarokên xwe re, di nav bîranînan û tişt û miştên malê de derbas dikir; bîranîn di pey bîranînê re dihatin bîra me.. min jî sebra xwe bi wan tanî..! Her roja pêncşemê, êvara înê, ez û zarokên xwe diçûn serdana gora diya wan, em li ber kêla ber serê wê, ya ku min ev gortin li ser nivîsandiye rûdiniştin û min di dilê xwe de digot; raze bi xweşî.. eger em li vê diniyayê ji hev têr nebûn, belkê em li wê dinyayê ji hev têr bibin û ez ê gelek nûçeyên welatê xwe yê birîndar ji te re bînim! Evin gotinên min li ser kêla wê:

Gulek sor bû ji şaxê darekê

Çilmisî ji nişkê ve bi carekê

Ciwana xwedî sîh û salekê.

Navê wê; Semîra Abbas Îsmaîl bû

Diya (Sîpan, Jîn û Nalîn) bû

Hêlîna (Celadet û Befrîn) bû

Qedera kotî jê girtî gire

Feleka bêbext lê kir nifire

Ji hev kirin destê dê û kure

Te bi lez barkir ji vî zemanî

Sed rehmet bibare li wî canî

Cihê te buhişt be li wî banî.

  Di nav roj, meh û salan de, digel mijûlbûna min bi ziman û rewşenbîriya Kurdî a têvel re, min berî xwe da xwendina romanên bi zimanê erebî û ji berê bêtir, min da ser şopa Bedirxaniyan û Mîr Celadet Bedirxan bi taybetî.. Û ji berê bêtir, min dest bi xwendina kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû kir, ji bo ku ez serwextî destpêka nivîskarên wê yên ku bi kurdiya latînî nivîsandine bibim û ji nîzîk ve wan nas bikim wek; Mîr Celadet, Dr. Kamîran, Rewşen Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û yên mayî.. Bi xwendinê re, ez hinekê dûrî kul û xemên xwe diketim.. Di nav re jî, hin caran min ji xwe re dinivîsand û min çend helbest jî li dor jana dûrketina ji kebaniya xwe nivîsandin..

  Bi rastî, her pênc salên destpêkê zor cetin bûn, dilê min ji jinanînê şikestibû û ez di nav nerîn û gotinên civakê de dihatim peçan; hina dilê xwe bi halê min dişewitand, hina qerfên xwe bi min dikirin; çima ez jineke nû ji bo xwe nayînim, hina dua ji min re dikirin.. Min jî divîbû li gor soza xwe bi keçxala xwe re bimînim.. Ew, keça wî xalê min yê bi tenê/ tekane bû. Ew xalê ku, diya min di biçûkaniya wî de gûyê wî xwaribû da ku tiştek pê neyê! (Li gor baweriya wî heyamî). Hezkirina diya min ji birayê wê re, hiştibû hezkirina min ji keça birayê wê re mezin be.

  Gelek dilbijokên min û malbata min hebûn.. Gelekan dilê xwe berdidan min.. Divîbûn keçên xwe bidin min.. lê ez ne amade bûm ji jinanînê re, dilê min şikestî bû, min jî bi tore û rêzgirtineke bê pîvan bersiva wan vedigerand û xwe ji ber daxwazên wan dida alî..

  Û sal derbas dibûn.. di nav wan salan de, çend carekî zarokên min ji min re gotin; yabo kalemêrek tê mala me pirsa te dike! Piştî ku min ew kalemêr naskir ku dostekî bavê min e, min pêwîst û gerek dît ku îca ez herim mala wî, mebesta wî nas bikim.. Çûm, piştî silavê, pêşwazîkirinê û hatina fincana qehweyê, dostê bavê min ji min re got: Lawo Selman! Ez û bavê te wek bira bûn, me hez hev dikir û barê te giran e.. Bêguman belayek kambax û malwêran hatiye serê te û zarokên te, ez wek apê te me, va sê keçên min hene ji xwe re yekî bineqîne..?! Bi vê gotina wî re, wek ku tu xincerekê li bedena min bide û xwîn ji min neyê! Ketim neqebeke teng de.. ez di cihê xwe de cemidîm, êdî nema min zanîbû çi bêjim! hema min xwe zer kir destên wî, maçkirin û jê re got; apo te ez kuştim.. ez deyindarê te me heya mirinê..

  Û sal, wek pêlên ava çemê Dicle di ser hev re derbas dibûn.. Dawî, li xwe vegeriyam û min ji xwe re got; venagere.. ew li rê, em li pê, em ê tev bibin mêvanê xakê.. venagere..?! Belkî em careke din, li dinyayeke din hev bibînin..? Niha ew jî li hêviya min e..! Dawî min biryara xwe stand û ji xwe re got; ya qenc ez bîranînên xwe ji şîn û şadiyê biparêzim û ji berê bêtir, min xwe ji ziman, tore û rewşenbîriya welatê xwe re vala kir û bi firehî ketim govenda rewşenbîriya kurdî de.. Û va wek ku min got 27 sal di ser wê rojê re derbas dibin.

 

Qamişlo, 1/4/2021

 

Bu yazı toplam 257 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar