Ji Eren Keskîn,  Huseyin Aykol û pênc hevalên wan re ceza!

Ji Eren Keskîn, Huseyin Aykol û pênc hevalên wan re ceza!

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) ku ji Stembolê radighêne, heft rojnamevanên ku di rojnameya nêzîkî kurdan Ozgur Gundem a ku hatiye girtin de dixebitîn bi tawanbariya «propagandaya terorizmê» hatin ceza kirin.

A+A-

Li Tirkiyê heft rojnamevan bi sedema « propagandaya terorîzmê » hatin ceza kirin 
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) ku ji Stembolê radighêne, heft rojnamevanên ku di rojnameya nêzîkî kurdan Ozgur Gundem a ku hatiye girtin de dixebitîn bi tawanbariya « propagandaya terorizmê » hatin ceza kirin. 
Her heft rojnamevan jî di rojnameya Ozgur Gunemê de dixebitin. Hêjayî gotinê ye ku ojnameya navborî jî bi biryarnameyekê, di sala 2016-ê de, bi tawanbariya propagandayê PKK ku li dijî Dewleta tirkî șerê çekdarî dike. 
Li ser hev 24 rojnamevanên Ozgur Gudemê di çarçoveya « propagandaya terorizmê » de hatine darizandin û ji wan heft kes, ku gerînendeya rojnamê Eren Keskî û Huseyin Aykol ji di nav wan de ne, di rûniștina roja sêșemê de, bi cezayê hefsê yê ji 15 ta 45 mehan hatin ceza kirin. 
Heta niha gelek rojnamevan û nivîskarên ji ber beșdariya kampanyaya piștgiriyê bi Ozgur Gundemê re hatine darizanin an zindanî kirin.
Piștî darbeya biserneketî ya 2016ê, Tirkiye ji ber girtina rojnamevan û medyayan, ji alî rêxistinên azadiya çapemeniyê diparêzin ve misêwa bi tiliya tê nîșan dan û îxbar kirin. 
Li gor tesnîfa Rêxistina rojnamevanên sînor nenas, Tirkiye ciyê 157-an li ser 180-yî digre.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin